Fatih Gazioğlu
17 Îlon 2015•Rojanekirin: 17 Îlon 2015
Li Başûrê Rojhilatê Anadolûyê heta niha ji ber ku welatî di banan de radizin û dikevin 21 kes mirin.
Di havîna îsal de li Diyarbekir, Batman û Mêrdînê gelek kes ji banan ketin.
Heta niha li Diyarbekirê 814, li Mêrdînê hezar û 327, li Batmanê 134 kes bi tevahî 2 hezar 275 kes ji banan ketin. Ji van kesan 21 kes rakirin nexweşxaneyên Diyarbekirê, lê nehatin xilaskirin û mirin.
Li Diyarbekirê par 13, pêrar jî 23 kes ji banan ketibûn û miribûn.