Önder Beyter
22 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2019
ERZINCAN
Bendava Avdanê Goyne ya li Erzinganê ku ji ber sir û sermayê rûyê wê bi temamî qerimiye, dîmenên xweşik derxistin holê.
Li herêmê piştî barîna berfê li navenda bajêr bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da berjêrî 8 pileyan bû.
Herêm bi temamî bi kirasê spî hat nixumandin û li ciyên bilind germahî bêtir şikest. Herwiha rûyê Bendava Avdanê Goyne ya li gundê Çatalarmutê ya Karûbarên Avê ya Dewletê qerimî.
Tebeqeya cemedê ya li ser rûyê bendava ku her demsal xeml û xêza wê bedew û cuda ye û ji aliyê ekîba AAyê va dîmena wê ji hewa da bi droneê hat kişandin, bala welatiyan jî kişand.
Ji welatiyan Vehbî Toprak ku hat dîtina bedewiya golê, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji bo dîtina gola bendavê ya ku qerimî, ew hat gund.
Toptak destnîşan kir ku ev havînê jî ji bo seyranê tên vê derê û wiha dewam kir:
"Bendava Çatalarmut Goyneyê havînê jî xweş e û zivistanê jî xweş û cuda ye. Havînê em bi taybetî ligel malbata xwe tên vê derê seyranê. Niha jî ji ber sir û sermayê me dît ku rûyê bendavê bi temamî qerimiye. Meriv ji seyra vê dîmenê têr nabe."