Elif Orhan
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2019
ANKARA
Di rapora ku bi destê Serokatiya Akademiya Polêsan bi serenavê "Wek tehdîdeke navneteweyî FETO" hat amadekirin de cî dan tespîta "Rastiya ku hêzên serdest ên peragaleke navneteweyî ya wekî Amerîkayê û rêxistineke terorê ya wekî FETO hevkariyê dikin li holê ye."
Di raporê de têkiliyên rêxistinê yên bi serwêsên îstixbaratê yên biyanî re û der barê fealiyetên wê yên li cihên curbecur ên dinyayê de analîzên bi hûrgilî cî digirin. Di raporê de digel dîrokçeya rêxistinê, taybetmendiyên wê, şaxa çapemenî û perwerdeyê di serî de Amerîka der barê şaxên rêxistinê yên li Ewropa, Balqan, Rojhilata Navîn, Afrîka, Rûsya, Asyaya Navîn û Qafqasyayê de agahiyên berfireh cî girtin.
- Amerîka bi rêxistinê re di nav hevkariyê de ye
Di raporê de hat diyarkirin ji ber ku îqametgeha Fethullah Gulen e Amerîka di rewşa berdest de li tevahiya dinyayê wekî navenda fealiyetên rêxistinê ye, li Amerîkayê rêxistinbûna dibistanê ya rêxistinê, tora bazirganiyê û aboriya bi çend milyar dolarî ya rêxistinê heye.
Di raporê de hat ragihandin ku li Amerîkayê ji 140î zêdetir dibistanên rêxistinê hene û li van dibistanan kêm zêde 60 hezar xwendekar perwerdeyê dibînin, rêxistin bi fealiyetên aborî ji Amerîkayê salane 500 milyon dolarî zêdetir dahatê bi dest dixe. Di raporê de hat gotin ku "Rastiya ku hêzên serdest ên peragaleke navneteweyî ya wekî Amerîkayê û rêxistineke terorê ya wekî FETO hevkariyê dikin li holê ye."
Di nav tespîtên raporê de cî girt ku Amerîka digel "Peymana Îadeya Sûcdaran û di Karên Cezayê de Arîkariya Dualî" Fethullah Gulen îadeyî Tirkiyeyê nekiriye û fealiyetên lobiyê yên FETO yên qada siyasetê her ku diçe zêde dibin, hemû mesrefên nûner û senatoran tên dayîn û wan gelek caran derdixînin geştên çandê.
- Almanya ji bo endamên FETOyê yên ku ji Tirkiyeyê direvin cihê sitarê ye
Di raporê de der barê fealiyetên rêxistinê yên li welatên Yekîtiya Ewropayê de jî agahî hatin dayîn û hat destnîşankirin ku rêxistinbûna FETOyê ya li welatên YEyê wekî welatên din pêşî di perwerdeyê de pişt re li ser fealiyetên çapemenî û alema kar de hatiye avakirin û ev fealiyet bi saya dostên di siyaset û burokrasiyê de xwedî gotinên tê piştgirîkirin û rêxistinbûna xwe ya li van welatan bi vî awayî xurt dike.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di serî de Almanya welatên wekî Awistirya û Hollanda her cure piştgiriyê didin rêxistinê û ev nirxandin hatin kirin:
"FETOya ku rêxistineke bê welêt e xwedî zîhniyeteke wise ye ku dikare bi her kesî re kordînasyonê bike û bi îstixbaratên biyanî re dijî Tirkiyeyê planan dike. FETO bi saya komeleyan li Almanyayê fealiyetên perwerdeyê dike û ji dewletê gelek piştgiriya madî dîstine. Almanya ji bo endamên rêxistinê yên ku ji Tirkiyeyê reviyan bû wekî cihê sitarê. Îtirafên endamên rêxistinê yên di vî warî de hene. Fealiyetên alema kar ên Awistiryayê yên rêxistinê ji aliyê "Komeleya Karsazên Viyanayê" yên ku di nav de karsazên dewlemend jî hene ve tê kirin. Di sektora çapemeniyê de jî rojnameya Zaman Vandaag bi navê Kanttekenîng weşana xwe didomîne. FETO bi vê rojnameyê fealiyetên propagandayê yên dijî Tirkiyeyê didomîne. Ji aliyê din ve piştî teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê şaxa Hollandayê ya FETOyê derbeyên mezin xwarin. Demildest piştî teşebûsa derbeyê ji dibistanên FETOyê yên Hollandayê 600 xwendekar veqetiyan, ev jimar heta îro derketiya du qatî. FETO ji bo ku dibistanên xwe xilas bike navê wan guhertiye. Li Balqanan yek ji welatên ku FETO lê herî zêde çalak e Albanya ye, FETO li vî welatî bursê dide zarokên burokratên payebilind û bi wan re wisa têkiliyê datîne."
- Hin welatên Afrîkayê FETO wekî tehdîda ewlehiya navxweyî dibînin
Di beşa raporê ya der heqê fealiyetên rêxistinê yên li welatê Afrîkayê de hat diyar kirin ku rêxistinê vebûna Afrîkayê ya Tirkiyeyê ji bo xwe kir firsendek û nifûza xwe ya li welatên Afrîkayê di vê çarçoveyê de zêde kir û di encama teşebûsên sivîl û dîplomatîk ên Tirkiyeyê hin welatên Afrîkayê êdî FETOyê wekî tehdîda ser ewlehiya navxweyî dibînin û fealiyetên wan ên li welatê xwe sînordar kirin.