15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
WASHINGTON
Hat daxuyandin ku Serokê DYAyê Donald Trump îstifaya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî Michael Flynn xwest.
Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane da diyar kir ku yek ji şêwirmendên Trump, Donald McGahn 17 roj berê Trump hişyar kir ku Flynn der heqê axaftina xwe ya li ser têlefonê ya digel Balyozê Ûris Sergey Kislyak da agahiya xelet da Alîkarê Serok Mike Pence.
Berdevk Spicer got ku serok hat hişyarkirin ku "kêşeyeke pêbaweriyê heye" û li ser vê jî Trump ji Flynn îstifaya wî xwest.
Spicer got piştî ku xeberdana Flynn û Balyozê Ûris eşkere bû, Qesra Spî ew şopand û wiha got, "Ji roja ku ev gotegot derketin vir va, her roj lêkolîn hatin kirin bê ka ev mijar rast e an na."
Flynn piştî îdiayên xeberdana digel Kislyak a li ser têlefonê, ji wezîfeya îstifa kiribû.