15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ASTANA
Qazaxistanê ragihand hevdîtinên ji bo Sûriyeyê dihat plankirin di 15ê sibatê da li Astanayê dest pê bikin, rojekê hat taloqkirin.
Wezareta Karên Derva ya Qazaxistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir hevdîtinên Sûriyeyê yên li Astanayê taloqî 16ê sibatê kirine.
Wezaretê berê ragihandibû tûra duyemîn a hevdîtinan wê bi beşdariya Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê di 15-16ê sibatê da bê kirin.