MOSKOVA
Zamîr Kabulov ku Nûnerê Taybet ê Efxanistanê yê Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Pûtîn û Dîrektorê Daîreya Duyemîn a Asyayê ya Wezareta Karên Derva ye, got ku li Efxanistanê çareseriyeke erzan û zûzûka tuneye.
Kabulov ji peyamnerê AAyê ra rewşa Efxanistanê, geşedanên li herêmê û polîtîkayên Rûsyayê nirxandin.
Kabulov di nirxandina xwe da destnîşan kir ku rewşa giştî ya Efxanistanê dibe ciyê endîşe û fikarê û wiha xeberda, "Îro li Efxanistanê sê unsûrên sereke aborî, rêveberiyeke çê û hêzên çekdar ên xurt tuneye. Nebûna van hersê unsûran jî dibe sedema reşbînî û endîşeyan. Di şert û mercên vî rengî da pêşniyazeke çareseriyê zehmet e. Vêga li Efxanistanê çareseriyeke erzan û zûzûka tuneye."
Kabulov bal kişand ku heger rewşa Efxanistanê xirabtir bibe, dê li ser herêmê jî tesîrên xwe yên neyînî çêbin û wiha pê da çû, "Rewşa li Asyaya Navîn a ku kana wê Efxanistan e, dibe bona ewlekariya neteweyî ya ûris ra bibe tehdîd. Em wekî welatên herêmê dixwazin ku li Efxanistanê îstiqrar çêbe."
- "Ji bo ku Efxanistan totî kaosê nebe emê cehd û xebatê bikin"
Kabulov diyar kir ku ew piştgiriya rêveberiya Kabulê dikin, lê ev nayê wê wateyê ku ewê çavê xwe li ber serneketin û şikestina rêveberiyê bigirin û wiha dewam kir, "Di şert û mercên îroyîn da siberoja Efxanistanê pir bi qesawet e. Lê xerabiya rewşê nayê wê wateyê ku di siberojê da jî rewşê wiha xerab bidome. Rewşa wê derê li ser me jî karîgeriyên xwe hene. Ji ber hindê bona ku Efxanistan totî kaosê nebe emê cehd û xebatê bikin."
Kabulov qala alîkariyên Rûsyayê yên bona Efxanistanê jî kir û got ku wan îsal 10 hezar tifingên kalaşnîkof dan polêsê Efxanistanê.
- "Pêwendiyên Rûsyayê bi Talibanê ra heye"
Kabulov destnîşan kir ku pêwendiyên Rûsyayê bi Talibanê ra hene û wiha got: "Pêwendiyên me bi Talibanê ra hene. Em ji bo ewlehiya welatî û nûnerên xwe yên diplomatî bi wan ra pêwendiyan datînin. Wek mayîn em ji ser çavkaniyên xwe da ji Talibanê ra dibêjin ku agirbestê bike û dawî li şerê xwe bîne."
Kabulov diyar kir ku di têkoşîna dijî DEAŞê da berjewendiyên Rûsya û Talibanê li hev dikin û wiha xeberda: "Niha li dijî kesên ku em li Sûriyeyê bi wan ra şer dikin, Taliban jî li Efxanistanê têkoşînê dide. Loma jî perjewendiyên me li hev dikin."
- "Di Talibanê da guherînên polîtîk hene"
Kabulov destnîşan kir piştî Molla Omer di Talibanê da îdeolojîk nebe jî guherînên polîtîk hene û wiha dewam kir: "Talibanê fikra cîhada kurewî qebûl nekir. Armanca wan a sereke ew e ku welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û rêvebiriyeke serbixwe ya Efxanistanê çêkin. Taliban îdeolojiya DEAŞê qebûl nake, ji xwe re reqîb dibîne û pê ra şer dike."
Kabulov diyar kir ku heger Taliban biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) bi cî bîne wê wek hêzeke polîtîk hebûna xwe nîşan bide û wiha xeberda: "Heger Taliban biryara BMGKyê ya naskirina destûra bingehîn a Efxanistanê, çekdanîn û qutkirina têkiliya bi komên terorîst ên navneteweyî ra bi cî bîne wê bibe hêzeke polîtîk. Ya rast NY vê nade, ev maf tê qezenckirin û Talibanê jî wisa kir. Dibêjin têkiliya me bi komên terorîst ên navneteweyî ra nemaye. Dibêjin 'Em çekan bernadin lewra wê koka me bînin,' 'Em destûra bingehîn nas nakin lewra divê ji nû va were çêkirin.' Xweşa me here yan jî neçe Taliban hêzeke çekdar a polîtîk e."
- "Xetereya DEAŞê ya li herêmê di asta destpêkê da ye"
Kabulov bi bîr xist ku DEAŞ cara ewil ji vir 2 sal berê li herêmê derkete holê, rêxistin nika dixebite ku li herêmê ji xwe ra bingehekê dayne û alîgiran bibîne û dahatê bi dest bixe.
Kabulov diyar kir ku DEAŞê li Efxanistanê pêşiyê bi rê û rêbazên li Sûriye û Iraqê tevgeriya lê belê paşê rê û rêbazên xwe yên li vê derê guherand û wiha pê da çû:
"DEAŞê li Efxanistanê pêşiyê bi rê û rêbazên li Sûriye û Iraqê tevgeriya. Lê belê paşê rê û rêbazên xwe yên li vê derê guherand û ji xwe ra bingehê ava dike û alîgiran top dibîne. DEAŞ ê li Efxanistanê ji xwe kamp ava kir û dest pê kir propagandayê dike. Perekî zêde teklîfî endamên Talibanê kir û milîtan top kir. Ku bi pereyan îdeolojiya xwe xurt kir di nav ciwanan da jî eleqe dît. Bi vî awayî li Efxanistanê hejmara milîtanên wan gihîşte 2 hezar û 500 kesî. Ev li qadê û ciyên cuda kom bi kom digerin. Hejmara wan nika zêde nîne lê belê meriv mêze dike ku 2 sal berê qet tunebûn lê îro gihîştiye vê astê, ev ji bo rêxistina terorê ya navneteweyî mezinbûnek e ku meriva ditirsîne."
Kabulov got DEAŞ wek Talibanê û komên li Efxanistanê tev nagere û bi tu kesî ra şer nake û wiha pê da çû: "Pereyê ku ji Sûriye û Iraqê tê kêm bû ji ber vê DEAŞ li Efxanistanê li çavkaniyan digere. Dahata herî girîng hişbir e. Ji ber vê jî şer li herêmên ku laboratuwarên hişbirê lê ne ji bo kontrola têkoşînê tê dayîn."
Kabulov diyar kir ku xetereya DEAŞê ya li herêmê di asta destpêkê da ye, hewl dide ku ji Talibanê milîtanan kaşî aliyê xwe bike, heke bigihêje aramanca xwe ev ê ji bo Asyaya navîn encamên nebaş derxe holê."
Kabulov got: "Ez jî bawer im ku stratejiya Amerîkayê ya Efxanistanê tune. Tenê armancek wan heye: Dixwazin ji hêla eskerî û qada polîtîk de li Efxanistanê hebin. Efxanistan nêzî Asyaya Navîn, Îran, Rûsya û Çînê ye yanê ji hêla jeopolîtîk ve girîng e. Ev jî me aciz dike."
Kabulov îdia kir ku li Efxanistanê rêvebiriyeke serbixwe tune û wiha axivî:
"Ji ber vê yekê berpirsê bûyerên li vê coxrafiyayê welatên biyanî yên ku ev 15 sal in li vir in. Polîtîkayên wan ên xelet bûn sedema vê tabloyê. Her çiqas derengî ketibe jî çareserkirina van pirsgirêkan mimkun e. Lê divê yên ku bûn sedema van pirsgirêkan vê bikin. Amerîkayiyan daxuyand ku ji bo siberoja Efxanistanê 100 milyar dolar pere xerc kiriye. Ka ev li ku derê ye? Ma ne gerek evana derbikevin holê?"
Kabulov wexta hebûna Çînê ya li Efxanistanê nirxand wiha axivî: "Potansiyela aboriyê ya çîniyan zêde ye. Herwiha Efxanistan ji bo projeya aboriyê ya Îpek Yoluyê ya Çînê zehf girîng e."
-Peywendiya Rûsya-Pakistanê
Kabulov got ku ji ber SSCByê Efxanistan dagir kiribû, demeke dirêj têkiliyê Rûsya-Pakistanê xirab bû; lê di demên dawî de peywendiya her du welatan baş bû û ber başiyê ve diçe. Kabulov wiha nirxand: "Asta têkliyên me yên polîtîk zehf baş e. Ji ber ku di qada aboriyê de projeyên me yên hevpar tunene ji hêla bazirganî û aboriyê ve têkliyên me xurt nebûne. Me hin alavên eskerî firotibûn Pakistanê.
Talibanê Pakistanê birayê helal ê Talibanê Efxanistanê ye, tenê hedefên wan ji hev du piçekî cuda ne. Li gorî min Taliban ji bo dewleta demokratîk a Pakistanê xetereyek e. Em piştgiriyê didine rêvebiriya Pakistanê û li hemberî hemû komên çekdar in. Herwiha Talibanê Pakistanê li dijî DEAŞê jî şer nake."
news_share_descriptionsubscription_contact


