05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
BRUKSEL
Antonîno Guterresê Sekreterê Gişkî yê Neteweyên Yekbûyî (YE) diyar kir ku li Sûriyeyê bi bikaranîna sîlahên kîmyewî ya bû sedema mirina sivîlan sûcên şer tên kirin û ev dewam dikin. Boris Johnsonê Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê jî got delîl nîşan didin ku di pişt êrîşê da rejima Esed heye.
Konferansa Alîkariya Sûriyeyê ya ku Yekîtiya Ewropayê û NYyê li Brukselê li dar dixin dest pê kir. Nûnerên 70 welat û saziyên nevneteweyî tevlî konferansê bûn û di daxuyaniyên ku beriya konferansê hatin dayîn da êrîşa bi sîlahên kîmyewî ya li Sûriyeyê hat rojevê.
Federica Mogherîniya Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlekarî û Têkiliyan a DYAyê jî got wêneyên ku piştî êrîşê ji herêmê hatin girîngiya kombûna raya gişkî ya navneteweyî nîşan dan û got, "Ji tundî û şer ra na. Sûriyeyî dixwazin ku di nav aştî û demokrasiyê da welatê xwe ji serî da ava bikin."
- "Sûcên şer ên ku tên kirin dewam dikin"
Antonîno Guterresê Sekreterê Gişkî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku konsêyê îro bicive û ew ê ji berpirsiyaran bixwazin ku bira hesabê vê bidin û wiha got, "Li Sûriyeyê bi bikaranîna sîlahên kîmyewî ya ku bû sedema mirina sivîlan va sûcên şer ên ku tên kirin dewam dikin.
Guterres diyar kir, ew emîn e ku Konseya Ewlehiyê ya NYê wê berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.
- "Delîl rejima Esed dide nîşan"
Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Borîs Johnson diyar kir, rejima Sûriyeyê û Rûsya mixalifan sûcdar dike, lê di destê wan da tu daneyên ku vê sûcdarkirinê piştrast bike, tuneye. Johnson wiha dewam kir: "Hemû delîl rejima Esed nîşan dide. Ez dixwazim ku sûcdar berdêla vê bidin." û got ku hikûmeteke wiha li ser gelê sûriyeyê meşruiyeta xwe winda kiriye."
Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel jî wiha axivî: "Konseya Ewlehiyê ya NYê îro bi vê xaza jehrî ra eleqedar dibe, ev tiştekî baş e. Em dixwazin ku Rûsya piştgiriyê bide biryara Konseya Ewlehiyê ya NYê û li ser bûyerê lêkolînê bike û kesên ku ev kirine wek berpirsiyar bibîne."
Gabrîel li ser pirsekê wiha got: "Ji bo ku berpirsiyar di dadgehên navneteweyî da werin darizandin divê em her tiştî bikin. Lewra ev ji sûcên şer ên herî xerab e."