05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ÎSLAMABAD
Li Pencapa eyaleta Pakistanê di êrîşa xwekujiyê da ya ku hedefa wê wezîfedarên serjimarê bûn 6 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, di êrîşa li nêzîkî bajarê Lahorê da 2 wezîfedarên jimartina serjimarê û 4 leşkerên ku bi wan ra digeriyan mirin.
Di êrîşa xwekujiyê da 15 kes birîndar ketin.
Hetanî vê gavê tu kesî berpirsiyariya êrîşê hilneda ser xwe.
Li Pakistanê piştî 15 salan meha borî bi dehan hezarî wezîfedar û kêm zêde 200 hezar leşkerî dest bi jimartina nifûsê kirin. Li bendê ne ku jimartin di 15ê gulanê da xilas bibe.