Ferizat Kaya
26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
STOCKHOLM
Dror Feîlerê bi eslê xwe ji Îsraîlê ye û welatiyê Swêdê ye der barê îxlalên Îsraîlê yên li ser Mescîda Eqsayê got: "Îsraîla dagirker dixwaze statuya dînî, dîrokî û siyasî ya Mescîda Eqsayê bigûherîne."
Feîler di sala 2015an de bi aktivîstên swêdî û norweçî re ji bo dorpêçiya li ser Xezeyê rakin, derketibû rê. Feîler der barê îxlalên Îsraîlê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got : "Îsraîl ji bo statuya dînî, dîrokî û sîyasî ya Mescîda Eqsayê biguharîne plana dike." Feîler ragihand ku Îsraîl bi zanetî gengeşiyê derdixe û ji bo statuya herêmê biguhere di sala 2014an de gav avêt.
Feîler wiha dewam kir: "Ji xwe hikûmeta Îsraîlê encamê zane lê dîsa jî car caran van gavan davêje. Hêviya min ew e ku em li hember van tevgeran her caran bertekên xurt nîşan bidin û pêşiya Îsraîlê bigirin."
Feîler îdia kir ku di 14ê tirmehê de 3 kesên ku ji aliyê leşkerên îsraîlê ve hatibûn kuştin, welatiyên Îsraîlê bûn. Feîler got: "Tiştê ecêb ew e ku kesên ji aliyê polêsên Îsraîlê ve hatin kuştin, welatiyên îsraîlê bûn, lê kes behsa vê mijarê nekir û çapemenî li ser nesekinî. Lê Îsraîlê vê mijarê ji xwe re bikaranî û Filistînê sucdar kir."
Feîler ragihand ku pirsgirêka di navbera Îsraîl û Fîlîstînê da encax bi prensîbên însanî çarêser bibin û wiha dewam kir: "Niha çarêsariya pirsgirêka di navbera herdu dewletan da pir zor e. Lêbelê prensîbên însanî bên bikaranîn wê pirsgirêk çarêser bibe. Yanî divê herkes di qada herêmî û navneteweyî de xwediyê heman mafan bin. Divê em rêzê nîşanî cudatiyan bidin."