Ahmet Aydın
26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
SILÊMANÎ
Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi mebesta pîrozbahîkirina rêxistina wê ya nû, serdana Tevgera Gorranê kir.
Hat ragihandin ku şandek ji PDKê bi serokayetiya Edhem Barzanî Endamê Polîtburoya PDKê û Serokê Encûmena Serkirdayetiyê li Silêmanî/Helebceyê digel hejmarek endamên serkirdayetiya PDKê gihîştin Silêmaniyê û li Girde Zertekê li navenda giştî ya tevgerê, bi Kordînatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Umerê Seyid Elî û hejmareke berpirsê wê re civiyan.
Piştî civînê serokê şanda PDKê Barzanî ji nûçegihanê AAyê re axivî û anî ziman ku armanca serdana wan pîrozbahîkirina rêxistina nû ya wê tevgerê ye û hêviya serkeftinê di karê wan de xwest.
Barzanî got, "Em weke Partiya Demokrata Kurdistanê pîrozbahiyê li Rêzdar Kordînator (Umer Seyid Elî) û hevalên wî yên tevgerê dikin. Pêr Cenabê Serok Mesûd Barzanî jî bi peywendiyeke telefonî bi heman şêweyê pîrozbahî li wan kiribû. Ev jî peyamek bû ku em ber bi çareserkirina kêşe û qeyrana ku niha li Herêma Kurdistanê (HKI) heye, ve diçin."
Berdevkê Tevgera Gorranê Şoriş Hacî jî destnîşan kir ku ji serdana şandeya PDKê kêfxweş bûne û got, "Di civîna xwe de me behsa rewşa îroyîn ya Herêma Kurdistanê kir. Me ew rastî anîn ziman ku çi kêşe û pirsgirêkên me hebin pêdivê em bi rêya diyalogê çareser bikin û yekrêziya navmalê ya kurd biparêzin. Heger em gavekê bi siberojê biavêjin divê em yek bin, yek reng û yek îrade. Hemî alî jî divê rêzê li raya hemberî xwe bigirin û îradeya xwe li ser hemberî xwe ferz nekin."