İbrahim Atmaca
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
RAMALLAH
Alîkarê Serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Mehmûd el-Alûl diyar kir, ji bo parastina Qudsê rêvebiriya Filistînê wê hin tevdîran hilde.
Alûl daxuyanî da têlevîzyona Dewleta Filistînê û der heqê tevdîrên ku li dijî biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ku Quds wek paytextê Îsraîlê nas kir da agahî da. Alûl diyar kir ku ew ê serî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) bidin û hewl bidin ku mijara Filistînê bikeve nav karên ewil ê Neteweyên Yekbûyî.
Alûl got ku Filistîn wê li dijî biryara ku Amerîkayê da, dengê xwe bilindtir bike û wiha dewam kir: "Hêza me ya berxwedanê girêdayî piştgiriya alema ereban e."
Alûl destnîşan kir ku rêvebiriya Filistînê wê têkiliya xwe û Îsraîlê cardin ber çav ra derbas bike û ji bo pêkhatina lihevkirina Filistînê ew ê xebatan bidomînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 6ê berfanbarê da li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xistibû û Qudis wek "paytextê Îsraîlê" nas kiribû û telîmat dabû ku Balyozxaneya Amerîkayê barî Qudisê bikin.