İbrahim Atmaca
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
XEZZE
Hat ragihandin ku jetên Îsraîlê li Xezzeyê li 3 kozikên Tûgayên Izzeddîn el-Qessamê ku şaxa leşkerî ya Hemasê ye, dan.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên emniyetê yên Filistînê hatin hildan, jetên Îsraîlê li bakurê rojavayê Xezzeyê êrişî kozikên El-Behriyye, Eskalan û El-Wahayê kir. Di êrişê da tiştek bi kesî nehat.
Polêsê Îsraîlê duh daxuyanî dabû û îdia kiribû ku ji Xezzeyê du roket hatin avêtin û yek jê li qadeke vala a herêma Eskalanê ket, di bûyerê da tiştek bi kesî nehat.