31 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
BERLÎN
Hat ragihandin ku beşeke Balafirgeha Frankfurtê ji ber kesekî şikbar hat valakirin.
Li gor xeberên ku di çapemeniya Almanyayê da hatin weşandin, polêsan xwestin ku Termîna 1ê ya balafirgehê bê valakirin.
Di hesabê twîtterê yê Polêsên Federal ên Balafirgehê da hat diyarkirin ku kesekî ku nehatiye kontrolkirin derbasî herêma ewlehiyê bûye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku beş ji bo îhtiyatê hatiye valakirin, xetereya bombeyê tune.
Hat ragihandin ku hemû rêwiyê careke din dîsa ji kontrola ewlehiyê bên derbaskirin.