31 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Îlon 2016
GAZÎANTEP
Duh li Cerablûsa herêma Sûriyê DAEŞê êrîşî wesaîtên bizirx ên TSKyê û ASAyê kir. Amerîkayê soz da ku alîkariya esmanî bişîne, lê neşand û TSKa û ASA ketin talûkeyeke mezin.
ASA li bakurê bajarê Helebê û li rojavayê Cerablûsa li ser sînorê Tikiyê ji bo ku herêmê ji DAEŞa rêxistina terorê safî bike bi piştgiriya TSKyê harekatê didomîne.
Di harekatê da duh hêzên ASAyê ketin gundê Kuliyeyê û wesaîtên bizirx ên hêzên TSKyê jî ew li paş da diparastin, lê wê demê milîtanên DAEŞê bi rokêtan êrîşî wan kiribû. Di êrîşê da 3 leşker birîndar bibûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyê ASAyê hildan, di saet 19.00î da gulebarandina terorîstan dest pê kir û bi roketê li tankekê dan.
Terorîstan di heman demê da bi çekên giran va hêzên ASAyê jî dan ber guleyan.
Li ser vê sûbayên TSKê ji hêzên Koalîsyonê yên ku Balafirgeha Încîrlîkê bi kar tînin û li hewa wek dewriye digeriyan, acîl alîkarî xwest.
Lê li gor plana navbera Tirkiye û Amerîkayê di wan saetan da divê Amerîkayê piştgiriya esmanî bida, lê neda.
Rayedarên Amerîkayê yên li Încîrlîkê jetên koalîsyonê ji bo alîkariya hêzên muttefîq neşand. Bi hin hincetên cur be cur nêzî saetekê xwe xapandin.
Li ser vê TSK mecbûr ma jetên xwe rakirin. Piştî ku jetên tirk bi serkeftî hedefan dan, bêhna hêzên erdê hat ber wan.
Jetên Amerîkayê jî 3 saet piştî jetên tirk herêma pevçûnê dan ber bombeyan.
Ji ber ku TSKyê hedef îmha kirin, wan jî eraziyên vala bombebaran kir û vegeriyan.
Çavkaniyekê ASAyê ku bû şahidê rewşê wiha got: "Di harekatê da ji bo rewşeke acîl amerîkayiyan soz da ku piştgiyê bidin. Lê nehatin. Di pevçûnê da birîndar jî çêbûn. Dibe ku gelek kes jî bimirana. Desteka amerîkayiyan perçeyeke planê bû. Ango mecbûr bûn ku alîkarî bidana. Lê wan em li wê derê di nîvê rê da hîştin. Midaxaleya esmanî di rûyê wan da dereng ma. Vê axiriyê jetên tirk hatin hewarê."