Li Şengala navçeya Mûsilê ya Iraqê di rojên dawîn da pevçûnên di navbera PKKya rêxistina terorê û artêşa Iraqê da zêde dibin, piştî Peymana Şengalê cara ewil e ku operasyoneke wiha mezin tê lidarxistin ku ev jî balê dikşîne.
Êzdiyên piştî êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ya di 2014an da terka malên xwe kirine û 8 sale di kampan da dijîn jî bendê ne ku PKK terka Şengalê bike û ew vegerin malên xwe.
Di navbera rêveberiyên hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da di 9 cotmeha 2020î da Peymana Şengalê hatibû îmzekirin ku PKKya rêxistina terorê ji herêmê bê derxistin, lê hebûna PKKyê hê dewam dike.
Tê meraqkirin ku Iraqê li Şengalê dijî endamên PKKya rêxistina terorê operasyonekê bike an na.
Nûçegihanê AAyê dînamîkên pevçûnên di navbera artêşa Iraqê û PKKyê da wek 5 madeyan berhev kir.
- PKKya rêxistina terorê çawa li Şengalê bi cih bû?
DEAŞa rêxistina terorê ya di 3yê Tebaxa 2014an da êrîşî Şengalê ya ku zêdetir Êzdî lê dijîn kir, bi hezaran jin û zarok revand û kuşt, herêm bi dest xist.
PKKya rêxistina terorê piştî êrîşa DEAŞê terorîstên ji Sûriye û Qendîlê anîne li Çiyayê Şengalê di serî da li gelek herêman bi cih kir.
Pêşmergeyan di Mijdara 2015an da navenda Şengalê û dora wê ji DEAŞê hilda, hêzên girêdayî hikûmeta navend a Iraqê di Cotmeha 2017an da li Şengalê bi cih bûn. PKKya ku piştî vê ji herêmê vekişiya çalakiyên xwe yên li vir zêdetir kir.
Rêxistin ketiye fikarê ku Bexda û Hewlêr piştî Peymana Şengalê wê ji herêmê derxe, ji bo balê ji Şengalê bide dûrxistin bi taybetî li HKIyê dijî pêşmerge, polês û sivîlan çalakiyên terorê zêdetir dike.
Li Iraqa ku qeyrana aboriyê, lihevnekirina siyasî, pirsgirêkên komên milîsan hene, bi taybetî HKI û welatên Rojavayî demeke dirêj e dixwazin Peymana Şengalê bikeve rewacê.
Rêvebiriya Iraqê di Mijdara 2020î da li gor peymanê du tugay şand Şengalê û hê tu planeke eşkere pêşkêş nekiriye ku wê çawa PKKyê ji navçeyê derxe.
- Piştî Peymana Şengalê rageşiya di navbera artêşa Iraqê û PKKyê zêde bû
Beriya peymanê jî artêşa Iraqê û PKK pev çûbûn, di 11ê Adara 2021ê da li Şengalê di navbera hêzên Iraqê û PKKyê da rageşî çêbûbû, endamên PKKyê êrîşî wesayîteke artêşê kiribû.
Di navbera artêşa Iraqê û YBŞya hêzên PKKyê da jî di 12ê Çileya Pêşîn a 2021ê da li Şengalê pevçûn çêbûbû Şaxa Dijî-Terorê ya HKIyê daxuyandibû ku tankeke artêşê hatiye şewitandin û 2 xwepêşandêr jî birîndar bûne.
Ji hêla din li gor nûçeyên çapemeniya herêmî terorîstên PKKyî operasyonên artêşa Tirkiyeyê hincet nîşan dan û hewl dan ku saziyên dewletê yên li navçeyê bi zorê bên girtin.
- Di meha nîsanê da pevçûnên di navbera artêşa Iraqê û PKKyê da zêde bûn
Ji ber ku PKK li Şengalê ji cihekî kontrolê derneket û vala nekir di 19ê nîsanê da artêşa Iraqê û PKK pev çûn.
Di nûçeya 25ê nîsanê ya kanala Rûdawê da jî hat gotin ku yekîneyeke mezin a artêşa Iraqê bi çekên giran û techîzatên eskerî ji Mûsilê çûn navçeya Şengalê.
Di navbera artêşa Iraqê û PKKyê da di 1ê gulanê da pevçûnan dest pê kir û di 2yê gulanê da jî dewam kir. Li gor nûçeyên medyaya herêmî di şer da eskerekî artêşa Iraqê hat kuştin û birîndar hene.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Êzdiyan û Berpirsê Hêzên Êzdîxan Heyder Şeşo di 2yê gulanê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Di şerê navbera artêşa Iraqê û PKKyê da PKK mecbûrî vekişiya. Li nehiyeya Sinûnê pevçûn dewam dikin. Piraniya baregehên kontrolê yên navbera Sinûn û Xanesorê ketin destê artêşa Iraqê. Ji eskerên Iraqê û milîtanên PKKyê kuştî û birîndar hene, lê em hê jimara wan nizanin."
Artêşa Iraqê di 1ê gulanê da daxuyanî dabû û diyar kiribû, li Şengalê baregehên kontrolê yên YBŞyê nahêlin ku welatî vegerin malên xwe û zirarê didin otorîteya dewletê, armanca wan ew e ku baregehên kontrolê yên YBŞyê bela bikin, lê dema ku yekîneyên eskerî yên Iraqê û unsûrên YBŞyê hatin hemberî hev, yekîneyên eskerî yên Iraqê rastî gulebarandina çekên giran, nîşandar û teqemeniyên ku li li ser rêyan hatin bicihkirin, hatin.
Ji ber hebûna PKKyê ya li navçeyê Êzdî dîsa mecbûr man malên xwe terikandin
Di 2014an da piştî êrîşa DEAŞê piraniya Êzdiyan malên xwe terikandin û revîbûn HKI û herêmên cuda yên welêt. Qismekî Êzdiyên ku ji terorê mexdûr bûn jî derbasî Tirkiyeyê bûn.
PKK li Şengalê zarokên Êzdî direvîne û bi zorê çekê dide destê wan. Êzdiyan jî ji bo berdana zarokên xwe çalakî li dar xistin.
Êzdî û rayedarên HKIyê di her firsendê da destnîşan dikin ku PKK nahêle Şengal cardin ava bibe û gel vegere malên xwe.
Ji ber hebûna PKKya rêxistina terorê ya li navçeyê, piştî pevçûnên dawî Ezdî cardin mecbûr man û Şengal terikand.
Ji Partiya Demokrat a Kudistanê (PDK) Parlamentera Êzdî ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîlê duh daxuyanî dabû û diyar kiribû ku li Şengala Mûsilê ji ber şer di 2 rojan da zêdeyî 4 hezar sîvîlî koç kirin.
Berpirsê Navenda Kordînasyonê ya Krîza Hevpar a HKIyê Huseyîn Kelarî jî di 3yê gulanê da li Duhokê civîna çapemeniyê li dar xistibû û gotibû ku ji ber pevçûnên li Şengalê 701 malbatan malên xwe terikandin.
Kelarî wiha gotibû, "Ji bo ku pêşwaziya penaberan bikin û wan di kampanda bi cih bikin, em hatin Duhokê. Ji bo ku li Şengalê şert û merc normal bibin, divê peymana Hewlêr û Bexdayê were sepandin. Ji bo vê jî divê grubên dereqanûnî ji Şengalê werin derxistin. Kazimî ji bo sepandina peymanê gelekî hewl da, lê rayeya wî jî têra vê rewşê nake."
- Hemleya dijî PKKyê ya artêşa Iraqê û Peymana Şengalê
Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî jî di 18ê tebaxa 2021ê da Şengal ziyaret kir û heyetên eskerî jî carinan diçin Şengalê. Piştî rageşiya ku li navçeyê zêde bû, di 3yê gulanê da bi serokatiya Sererkanê Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah heyeteke eskerî ya payebilind li Şengalê kontrol kiribûn.
Li gor daxuyaniya ku Wezareta Parastinê ya Iraqê di 3yê gulanê da dabû, piştî pevçûna navbera unsûrên YBŞyê yên girêdayî PKKyê û artêşa Iraqê, artêş û polêsan daxuyandibû ku li navçeya Şengalê "rewş di binê kontrola wan da ye".
Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin, "hin kesan xwest ku qismekî rêyên sereke bigirin, lê hêzên artêşê nehişt."
- Peymana Şengalê
Di navbera rêveberiyên Bexda û Hewlêrê da di 9 cotmeha 2020î da Peymana Şengalê hatibû îmzekirin û li gor peymanê PKKya rêxistina terorê wê ji herêmê bihata derxistin.
Piştî peymanê rêveberiya Bexdayê di mijdara 2020î da du lîwayên hêzên polêsên federal şandibû herêmê.
Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê HKIyê di 10ê sibatê da gotibû Peymana Şengalê hê nayê pêkanîn, bi qesda PKKyê gotibû hêzên dereqanûnî li navçeyê hene.
news_share_descriptionsubscription_contact


