Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ji bo ku dawî li çalakiyên xwe û pêvajoya pevçûnê bîne bangî PKKya rêxistina terorê kir.
Turkdogan der barê lêkolînên xwe yên ku li Wartoya navçeya Mûşê li ser êrîşên terorê kirin de civîna çapemeniyê li dar xist. Turkdogan di civînê de got ku li herêmê ji nû ve heyama pevçûnê dest pê kir.
Turkdogan destnîşan kir ku piştigiriyê nadin pevçûnên çekdarî û da zanîn naxwazin ku li Tirkiyeyê cardin bûyerên salên 1990î pêk bên.
Turkdogan qal kir ku di vê çarçoveyê de her dem bangên aştiyê dikin û got ku "Em banga bêpevçûniyê, çekdanînê dikin."
Tukdogan bi bîr xist ku di heyamên pevçûnê de mirovan êşên mezin kişandin, ji 40 hezarî zêdetir mirov mirin û destnîşan kir ku civak şer naxwaze aştiyê dixwaze.
Turkdogan destnîşan kir ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin û xwest ku Pêvajoya Çareseriyê ji nû ve vejînin.
Turkdogan bal kişand ku divê pirsgirêkan li ser bingeha siyasetê çareser bikin û wiha axivî: "Rêbaza bi şidetê çareserkirina şidetê êdî li paş ma. Em bangî PKKyê dikin. Çalakiyên êrîşê nekin, çalakiyên hemberîdanê nekin, ji bo ku dawî li pêvajoya pevçûnê bê pêngavan biavêjin. Vegerin pêvajoya neçalakbûnê."
Endama Lijneya Birêvebirina Navendê ya ÎHDyê Sevîm Salîhogluyê jî der barê lêkolînên wan ên li herêmê de agahî da.