Önder Beyter
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Li Balafirgeha Atlanta Hartsfield-Jackson a Amerîkayê ya ku di dinyayê da wekî balafirgeha herî qelebalix tê zanîn, ji ber çûyîna ceyranê gelek sefer egle bûn û bi hezaran rêwî jî li balafirxaneyê mehsûr man.
Li gorî agahiyê, fîrmaya ku ceyranê dide eyaletê di tesîseke wê ya binerd da agir derket û di encamê da jî ceyrana balafirxaneya li eyaleta Georgia ya Amerîkayê çû.
Şaredarê Atlantayê Kasim Reed ragihand, ceyrana ku li gorî dema herêmê di saet 13.00an da çû wê nîvê şevê were û herwiha sefer jî wê wek xwe dewam bikin.
Reed herwiha bal kişand ku ewê ji bo rêwiyên mexdûr hewl bidin û heta ku ji destê wan were ewê kêşeyên wan çareser bikin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, li balafirxaneyê ji ber çûyîna ceyranê nêzîkî hezar seferî egle bûn.
Balafirgeha Atlanta Hartsfield-Jackson a Amerîkayê li gorî hejmara salane ya rêwiyan di dinyayê da wekî balafirgeha herî qelebalix tê zanîn.