Esat Fırat
20 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2021
Li Qudsa Rojhilat a di bin dagiriya Îsraîlê da bi deh hezaran Misilmanî li Mescida Eqsayê nimêja eydê kir.
Roja erefeyê hejmara Filistîniyên ku piştî nimêja eşayê hatin Mescida Eqsayê gihîşt bi deh hezaran.
Bi deh hezaran Misilman bi tîlaweta Qur'anê û tekbîrên teşrîkê va heya nimêja eydê li Mescida Eqsayê man û guhê xwe dan xutbeya eydê ya piştî nimêjê.

Bi sedan Misilmanên bi eslê xwe Afrîkayî yên ku li Tel Avîv û dewrûberê penaber in jî nimêja eydê li Herema Şerîf kirin.
Berdevkê Çapemeniyê yê Weqfên Îslamî yê Qudsê Fîras Dibs di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir, li Herema Şerîf zêdeyî sed hezar Misilmanî nimêja eydê kir.
Meleyê Mescida Eqsayê Şêx Îkrîme Sebrî xutbeya eydê da û bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett da ku ragihandibû, ew ê li Mescida Eqsayê derfeta ibadetê bidin Cihûyan.

Şêx Sebrî bal kişand ku Mescida Eqsayê bi tenê ya Misilmanan e.
- Piştî xutbeyê çalakî hat lidarxistin
Piştî nimêja eydê û xutbeyê ya li Herema Şerîf, di lehê Mescida Eqsayê da çalakî hat lidarxistin.
Afîşeke mezin a pîrozbahiya eydê ya Hemasê û her wiha alayên Filistînê bi rewaqên di navbera Qubetu's Sehra û Mescida Eqsayê da darda kirin.
Bi sedan Filistîniyên di bin rewaqan da bi tekbîran di lehê Mescida Eqsayê da dirûşm berz kirin.