Li Sarîqamîşa navçeya Qersê amadehiyên Eyda Qurbanê dewam dikin.
Ji Eyda Qurbanê re çend roj man, welatî tendûrên xwe dadidin û ji bo eydê nan li tendûrê dixin. Di her du rojên ewil ên eydê de firin nan dernaxin û ji ber vê yekê jî welatî nanê xwe bi xwe dipêjin.
Jinên taxê tên cem hev û nanê tendûrê, nanê lewaş û nanê teptepe lêdixin.
Jin hevîrê xwe hasil dikin, bi dar û sergînan tendûrên dadidin û nan dipêjin. Jin hevîrê xwe vedikin û li tendûrê dixin, di navbera 25 û 30 saniyeyan de hevîrê li tendûrê dixin dipije û dibe nan.
Medîne Yildiza (75) ku li taxa Nû dijî diyar kir ku ev 60 sal e nan li tendûrê dixe û wiha axivî: "Her tim beriya Eyda Qurbanê têndûr tên dadan. Piştî serjikirina qurbanê qelî û kibab tên çêkirin û bi nanê tendûrê tê xwarin. Min îro nanê 10 malan li tendûrê xist. Ez alîkariya hemû kesan dikim û heta eydê jî ez ê bi vî awayî dewam bikim."
Suleyman Ozdemirê nanpêj jî diyar kir ku ev bi salan e di du rojên ewil ên eydê de nan dernaxin û ji ber vê yekê jî welatî nanê xwe bi xwe dipêjin.