Haydar Şahin
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
XEZE
Hemasê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Amerîkayê di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da pêşnûmaya li ser Qudsê veto kir û vê helwesta wê jî nîşan da ku hêviya ji bo adilbûna navçîtiya wê ya di mijara Filistînê da bê mene ye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê da hat destnîşankirin ku rêveberiya Amerîkayê bi biryara vetoyê va polîtîkayê dimeşîne ku biryar û saziyên navneteweyî hilde binê hakimiyeta xwe.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku kombûna KENYê ji bo teyîdkirina mafên filistîniyan ên li Qudsê û îadeya îtibara biryarên li ser mijarê yên Neteweyên Yekbûyî fisendek bû, Quds paytextê hetahetayî yê Filistînê ye, biryarên ku Amerîka û Îsraîl bidin nikarin vê rastiyê biguherînin.