Abdullah Tel
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Di belgeyên stratejiya ewlehiya neteweyî ya nû ya Serokê Amerîkayê Donald Trump parve kir da hat destnîşankirin ku stratejiyên Rûsya û Çînê li dijî berjewendiyên Amerîkayê ne.
Qesra Spî stratejiya ewlehiya neteweyî ya ku ji 55 rûpelî pêk tê bi raya giştî ra parve kir û paşê jî Serokê Amerîkayê Trump li Qesra Spî mijar nirxand.
Di belgeyên stratejiyê da li ser Çîn û Rûsyayê hat sekinîn û wiha hat gotin: "Ew hewl didin ku zirarê bidin ewlehî û pêşveçûna Amerîkayê. Hêzên xwe yên eskerî zêde dikin, agahî û daneyan hididin bin kontrola xwe û zexta li ser welatiyên xwe zêde dikin û bandora xwe xurt dikin.
Rûsya piraniya agahiyên bi dest dixe ji bo tesîrê li ser nêrîna civakên ji hev cihê yên li çar aliyê dinyayê bike wek êrîşa sîberê diemilîne."
- Trump jî Çîn û Rûsya ji xwe ra wek hedef hilbijart
Di xeberdana xwe da Trump jî herdu welêt û wek reqîp nîşan da û got ku ewê ewilî berjewendiyên xwe biparêzin û heya ji destê wan tê wê têkiliyên xwe bi wan ra pêşva bibin.