TEHRAN
Hasan Ruhanî di merasîma sond xwarinê de axaftinek kir. Di serê axaftina xwe de spasiya gelê Îranê, kesên ku ji bo vî karî piştevanî dayîne wî, mêvanên herêmê û yên biyanî kir.
Ruhanî diyar kir ku ew di meha remezanê de û di salvegera 14ê Mordadê ku gelê Îranê di vî wextî de azadiya xwe bi dest xistibû û destûra xwe amade kiribû de dest bi kar kir û ev yek jî ji bo wî şanaziyek e. Ruhanî got ku ez ji Xwedê dixwazim ku di vê sala dijwar de deriyê rehmê ji bo gelê Îranê veke.
Ruhanî diyar kir ku gelê Îranê di hilbijartinan de nîşan da ka kîjan fikrê qebûl kiriye û got: "Yên deng dabin û nedabin, hemû jî gelê Îranê ne û hemû xwediyê heman mafan in. Ez nûnerê her kesê me." Ruhanî dest nîşan kir ku gel deng da nêrîna vasat û ji nêrînên radîkal dûr sekinî. Birevebirî û nêrîna hikûmeta nû jî dê li gor vê vasatiyê û eqliselîmiyê be.
Ruhanî got ku gel guherîn û jiyaneke baştirîn xwest. Gel dixwaze ji xîzaniyê û dabeşkariyê dûr, bi awayekî rêzdar û azad bijî.
Ruhanî li ser mafên jinan jî sekinî û wiha pê de çû: "Ji wezîfeyên me yên eslîn yek jî ew e ku em mafên jinên ku ji şoreşa Îslamê heya niha mil bi mil mêran re xebitîne bidin wan û hewl bidin da ku ew jî tev li jiyana civakî bibin."
Ruhanî diyar kir ku dê hikûmeta wan li dijî nelirêtî û dabeşkariyê jî têbikoşe û got heke em bikarin pêşiya nelirêtiyê bigrin dê wê demê gelê me ji xîzaniyê û dabeşkariyê xilas bibe. Ruhanî anî zimên ku divê hikûmet mudaxeleya dewletê ya li ser jiyana aborî û çandî bîne asta herî kêm û dest nîşan kir ku tenê bi vî awayî dikarin azadiya şaristaniyê pêk bînin.
Ruhanî dest nîşan kir ku Îran li herêmeke qrîtik cî digire û Komara Îslamê ya Îranê jî li pêy îstiqrar û aştiya herêmê ye û got ku Îran naxwaze ku sînorên tu dewletan bên guhertin. Ruhanî diyar kir ku rejîma siyasî ya her welêt li gor firk û ramanên gel pêk tê û got ku em serî lê dana şîdetê weke tiştekî li dijî demokrasiyê dibînin.
Ruhanî diyar kir ku hikûmet dê, di têkiliyên xwe yên navneteweyî de bi zelalî tevbigere û ev zelalî divê du alî be, ne yek alî be. Ruhanî wiha dewam kir: "Îran tu carî bi dinyayê re neketiyê şer. Îranê ji bo azadiya xwe gelek bedêl dan û di heman demê de gelek qiymetê dide şeref û rûmeta xwe."
Ruhanî piştî axaftina xwe lîsteya kesên ku dê di kabîneya xwe de cî bidê, pêşkeşî Serokê Parlementoyê Alî Larîcanî kir.