ŞAM
Konseya Şoreşê ye Giştî ya Suriyê(SRGC), îdîa kir ku hêzên Esed, gaza kîmyewî avêtine hin deverên Şamê yên wek Duma, Haresta û Adrayê û di encamê de bi sedan kesên ku di nav wande zarok û jin jî hebûn mirin.
SRGCê, diyar kir ku yên ku di bin bandora gazê de dimînin difetisin, bebika çavê wan piçûk dibe, nikarin baş behnê bistînin û çavên wan xera dibin.
Komîteya Kordînasyona Deverî ya Suriyê(LCC), diyar kir cepheya "Dewleta Îslamî ya Îraqê" ku girêdayî El-Kaîdeyê ye, li Halepê êrîş biriye ser balafirgeha piçuk a leşkerî. LCCê, da zanîn ku êrîş bi wesayîta bombebarkiri qewimiye.
LCCê, destnîşan kir ku piştî teqînê avahiya zabîtan gelekî xisar dîtiye lê der barê hejmara birîndar û miriyan de tiştek negot.