MEKKE
2 milyon û nîv namzedên hecîtiyê li axa pîroz ji bo ku bibin hecî derketin Erefatê.
Namzedên hecîtiyê bi bangnîşana "Lebbeyk allahumme lebbeyk"ê bi rê ketin. Yên ku duh şeva xwe li Mînayê derbas kirin ew bi meşê, yên din jî bi otobêzan gihîştine Erefatê. Di derketinê de tu pirsgirêk çênebû.
Beriya diaya waqfê namzedên hecîtiyê derbasî cihên ku ji wan re veqetandine bûn. Kelecan û coşa li wir piştî nimêja sibê bêhtir bû.
Namzedên Hecîtiyê ji niha ve Cebelî Rahmeya ku Hz. Pêxember li wir waqfe kiriye û Hz. Adem û Hz. Hewa li dinyayê, li wir hev dîtibûn tijî kirin.
Bernameya Erefatê, a ku wê bi pergala deng bigihînin hemû konên ku namzedên hecîtiyê yên tirk lê dimînin dest pê kir. Bernamê bi nimêja sibê dest pê kir, bi xwendina Qur'an, esmau'l hûsna, Xutbeya Xatirxwestinê, axaftina Erefatê û bi cemkirina nimêja nîvro û esrê dê berdewam bike û bi xwendina diaya Veqfeyê ya ji hêla Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ve dê bi dawî bibe.
Hecî êvarê jî dê derbasî Muzdelîfê bibin. Piştî waqfa li wir dê derbasî Mînayê bibin û kevir bavêjin şeytan.
AA dê diaya Weqfa Erefatê bi zindî biweşîne
Bernameya Erefatê dê di heman demê de bi hevkariya Navende Çapemeniyê ya Diyanetê û Anadolu Agencyê bi awayekî zindî ji bo hemû cîhanê bê weşandin.