Abdullah Tel
18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Di civîna Meclisa Partiyê (MP) de lîsteya namzedên parlementeriyê yên ku wê ji CHPê bên nîşandan hat safîkirin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji herêma duyemîn a Îzmirê dîsa di rêza duyemîn de bû namzed lê 2 endamên Lijneya Rêveberiya Navenda (LRN) CHPê jî wek namzed nehatin nîşandan.
Li gor agahiyên hatin hildan Alîkarê Serokê Giştî Murat Ozçelîkê ku di rêza 7an a herêma 3yemîn a Stenbolê de wek parlementer hatibû hilbijartin di vê lîsteyê de cih negirt û di şûna wî de Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Bekarogluyê ku di rêza 9an de bû hat bicihkirin.
Alîkara Serokê Giştî Seyhan Erdogduya ku di hilbijartina berê de wek namzed nehatibû nîşandan vê carê li Herêma 3yemîn a Stenbolê bû namzed.
Di MPê de li ser navê Alîkarê Serokê Giştî Yakup Akkaya jî hat sekinîn û ew di şûna Îhsan Ozkesê ku ji CHPê îstifa kiribû de hat bicihkirin. Akkaya di rêza 11yî ya Herêma 1ê ya Stenbolê de wek namzed hat nîşandin û di lîsteya ji bo 7ê Hezîranê de ew tunebû.
Ji CHPê ew kesê din ê ku ji bo parlementeriyê wek namzed nehat hilbijartin jî alîkarê Serokê Giştî Ercan Karakaş e.
Oztunçê ku ji endamtiya RTUKê îstifa kir û konsolosê berê Yilmaz jî di lîsteyê de ne.
Serkonsolosê Mûsilê yê berê Ozturk Yilmazê ku ji Balyozxaneya Dûşanbeyê ya Tirkiyeyê îstifa kir jî ji CHPê bû namzedê parlementeriyê yê Erdexanê.
Alî Oztunçê ku ji kontenjana CHPê bû endamê RTUKê û ji bo namzediyê ji vê wezifeyê îstifa kir jî ji Kahramanmaraşê di rêza ewil de bû namzedê parlementeriyê. Di hilbijartina 7ê Hezîranê de CHPê ji van her du bajaran jî parlementer qezenc nekiribû.
Îlgezdî dîsa namzed e
Di lîsteya Herêma 1ê ya Stenbolê de di rêza ewil de Alîkara Serokê Giştî Şafak Pavey û di rêza duyemîn de jî xanima Şaredarê Ataşehîrê Battal Îlgezdî Gamze Akkuş Îlgezdiya ku der heqê wî de ji ber îdiayan hin nîqaş derketibûn cih girtin.
Orhan Duzgunê ku di hilbijartina 7ê hezîranê de ji Tokatê di rêza ewil de hat hilbijartin jî diyar kir ku serokê bajêr ê berê Kadîm Dûrmaz kirine şûna wî.
Parlementerê berê Umut Oranê ku di 7ê Hezîranê de jî wek namzed nehatibû nîşandan di vê lîsteyê de jî nehat nîşandan. Parlementerê berê û Serşêwirmendê Serokê Giştî Erdal Aksunger û Doç. Dr. Koray Çalişkanê ku ji endamtiya hîndekariyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê îstifa kiribû jî di lîsteyê de tunene.
Ji parlementerên ku di lîsteyê de cihê xwe parastin yek Serokê Giştî yê CHPê yê berê Denîz Baykal bû û yê din jî Muharrem Înce bû. Baykal ji Antalyayê di rêza duyemîn de û Înce jî ji Yalovayê di rêza ewil de wek namzed hatin nîşandan.