ANKARA
Tirkiyeyê kêfxweşiya xwe anî ziman ku di navbera welatên koma 5+1ê û Îranê de di warê bernameya nukleerê ya Îranê de peymanek derket holê.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat gotin ku Tirkiye di mijara çareserkirina kêşeya der heqê bernameya nukleerê ya Îranê de wekî rêbaza çareseriyê tenê dîplomasiyê dibîne û herwisa Tirkiye pê kêfxweş e ku muzakereyên nukleerê yên ku ev demeke dirêj e di navbera welatên koma 5+1ê û Îranê de didomin û bi lihevkirineke ku wekî 'plana çalakiya hevpar a dorfireh' tê binavkirin ve encam da.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku digel pêbaweriya wê, bi awayekî bênavber û têkûz cîbicîkirina peymanê ji bo aşitî, ewlekarî û îstiqrara herêmê jî pir girîng e û wiha hat gotin:
"Em ji ber hewl û xîreta wan a ku encameke wiha derxist holê, hevbeşên peymanê pîroz dikin. Em pir girîng dibînin ku hemû xalên peymanê bên cîbicîkirin. Em li bendê ne ku Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî ya ku dê di rojên pêşiya me de raçevkirina cîbicîkirina xalên peymanê hilgire ser xwe, digel civaka navneteweyî li ser bingeheke zelal vê hevkariyê mimkûn bike û derxe holê."