HEWLÊR
Wezîrê Ziraetê yê Herêma Kurdistana Iraqê Evdilsetar Mecîd destnîşan kir ku ji Tirkiyeyê mirîşkan îthal dikin û got ku qedexeya li ser mirîşkên DYA û Îranê dewam dike.
Mecîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî şewba çûkan me îthalata mirîşkan a ji DYA, Îran û Tirkiyeyê da sekinandin û wiha got: "Peyra Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ragihand ku şewba li Tirkiyeyê qediyaye. Me jî îthalata ji Tirkiyeyê dewam kir, lê qedexeya li ser mirîşkên DYA û Îranê dewam dike."
- "Piraniya melzemeyên xurekê yên ku li Kurdistanê tên emilandin ji Tirkiyeyê tên"
Mecîd diyar kir ku piraniya melzemeyên xurekê yên ku li Kurdistanê tên emilandin ji Tirkiyeyê tên û wiha xeberda: "Di sektora xurek û çandiniyê da ticareta me bi Tirkiyeyê ra zêdeye. Piraniya melzemeyên xurekê yên ku li Kurdistanê tên emilandin ji Tirkiyeyê tên. Di peyra Îran, DYA û dewletên Ewropayê tên."
Mecîd diyar kir ku ji bo pêşketina herêmê 10 bendav tên çêkirin û got em dixwazin çandiniyê pêş bixin.
Mecîd destnîşan kir ku aboriya Kurdistanê jî wekî dewletên korfezê li ser neftê ye û wiha axivî: "Ji ber ku bihayê neftê ket, budçeya Iraqê têk çû. Lewra aboriya welêt li ser neftê ye. Girîngiyê nedan ziraetê. Me der barê vê mijarê da raporek da Lijneya Wezîran. Divê ji xeynî neftê li Kurdistanê ziraet jî hebe."
Li gor agahiyên Komeleya Yekîtiya Pîşesazên Goştê Sipî ji Tirkiyeyê di sala 2014an da 226 hezar û 734 ton goştê mirîşkan hat îthalkirin. Dixwazin ev jimar di sala 2015an da derkeve 500 hezar tonî.