Sevim Hatun
11 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
ÎSTANBUL
DEAŞa rêxistina terorî li hemberî PKK/PYDa rêxistina terorî ji Dêra Zora li ser sînorê Sûriye-Iraqê di nav du rojan de, bêyî şer û pevçûn nêzî 45 kîlometreyan vekişiya.
PKK/PYDê bi piştevaniya Emrîkayê pêr operasyon dabû destpêkirin. PKK/PYD li herêma Dêra Zorê ber bi bakurê rojhilat ve bi lez û bez pêş dikeve.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, DEAŞa rêxistina terorî ku piraniya herêmê dagir kiribû, ji çoltera herêmê ber bi başûrê rojavayê herêmê ve vedikişe.
PKK/PYD ji roja şemiyê vir ve li herêmê 45 kîlometre bipêş ket.

Herêma Bîr Dûmayn, Hûceyf Zarrab, Alîce, Faydat ez-Zarrab, Vadî El Hûmeyr, Ebû Sakira qada sinayiyê ya dikeve aliyê bakurê navenda bajêr tevî embarên tekstîlê ve ketin destê PKK/PYDa rêxistina terorî.
Berî şerê navxweyî qismekî mezin ê Dêra Zora ku lê 230 hezar kes dimînin di Tîrmeha 2014an de ketibû destê DEAŞa rêxistina terorî.
DEAŞa ku herêm kiribû kontrola xwe hêzên rejimê yên li navendê jî dorpêç kiribû.
Hêzên rejimê di 5ê Îlonê de ji aliyê rojava ve xwe gihandibûn navenda bajêr a Dêra Zorê û dorpêça DEAŞê şikandibûn.