Sevim Hatun
11 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku balafirên tê texmînkirin yên Rûsyayê ne êrişên esimanî birin ser Dêra Zora Sûriyeyê, di êrişan de 19 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku li ser tora înternetê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hat weşandin, di êrişa ser gundê Elbûlîlê de 2 ji wan zarok 19 kes hatin kuştin.
Aktîvîstên sûriyeyî jî ragihandin ku di êrişên balafirên Rûsyayê de hin cesed şewitîn û ne mimkun e nasnameyan wan bê tesbîtkirin.