Muhammet Kurşun
16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
ANKARA - RAMAZAN TOPRAK/MUHAMMET KURŞUN
Alimê Kurd Prof. Dr. Mistefa Muslîm, bangewaziya milletê kurd kir ku bi dijminên xwe nexapin û dostên xwe yê rastîn baş bizanibin û got: "Dixwazin we bixin serê rimê xwe û armancên xwe pêk bînin. Piştî ku hedefên wan bi cih hatin dê pêlî we bikin û derbas bibin herin. Xwe bispêrin Xwedê, pişta xwe bidin milletê kurd."
Alimê navdar ê kurd û birayê mezin ê Hevserokê PYDyê Salih Muslîm Prof. Dr. Mistefa Muslîm, bi munasebeta şerê li tevahiyê Sûriyê berdewam dike û aloziyên Rojavayê peyamek weşand.
- "Milletê me yê kurd gelekî zilim û zordestî dît"
Muslîm diyar kir ku kurdan di tarîxê de gelekî zilim dîtiye, heqê wan hatiye binpêkirin û bedelên giran dane, lê belê yên ku ev bi serê wan de anîne jî bêdîn û Xwedê nenas bûne.
Alimê kurd bal kişand ser neheqî û zordestiya ser kurdan û cih da van îfadeyan:
"Ez gazî milletê me yê kurd dikim. Milletê me yê kurd pir zilim dît. Gelekî zordestî lê bûn. Milletê me ji hemû heqên xwe yên ku niha îtirafê pêk dikin hatibûn dûrxistin. Lê belê divê em binêrin ka kê ev zilim li wan kiriye. Kurd daîma rastî zilma ilmaniyan-laîkan hatine. Yên kafir, yên laîk û yên ku îmanê bi Xwedê naynin ev zilim bi serê kurdan de anîne. Çi re? Lewra ji berê de tê zanîn ku kurd mirovên misilman in, însanên mumin in. Urf, adet, teqalîd û namûsa xwe diparêzin. Xwediyê gotina xwe ne. Xortên wan ji xortên gelek alemê paqijtir in. Zilim li wan bû, ev zilim jî kafiran li wan kir."
- "Yên ku Kurdistan parçe kirin hêzên kafir bûn"
Mistefa Muslîm, destnîşan kir ku yên Kurdistan parçe kirine û kurd derbeder kirine dîsa ew hêzên dij îslamî bûn û wiha dewam kir:
"Yên ku Kurdistan parçe kirin û kurd her yek bi cihekî ve belav kirin ew kafir bûn. Bi îttifaqa Sykes-Picot ev yek kirin. Ingilîz û Fransî amilê vî karî bûn. Divê kurd bi halê zeman nexapin. Zemanekî Rûsya-Sovyet di 1946an de we'd da kurdan. Li Mehabadê dewletek ji kurdan re çêkirin û Qazî Mihemed kirin reîsê dewletê. Mesleheta Rûsyayê wê demê wisa dixwest. Piştî salekê îttifaq bi Şahê Îranê re kirin û hatin gotin xwe teslîm bike. Eger tu xwe teslîm nekî em sîleh û îhtiyacên eskerî nadin we. Qazî Mihemed ji mecbûrî, ew wezaret û eskerên xwe teslîm kirin. Şahê Îranê, ew, wezîrên wî û erkanên wî yên herbî hemû bidar de kir. Saleke bi tenê jî neman Rûsyayê dest ji bin kişand."
- "Kurd bila ji Qazî Mihemed û Barzanî dersê bigirin"
"Kurdên me îro heman xetayên berê dikin. Emrîka sîlehê dide wan. Tên perwerdeya eskerî didin kurdan" Muslîm bi van gotinan bûyerên di tarîxa kurdan de qewimîne bi bîr xist û nirxandina xwe li ser kurdan wiha kir:
"Dibêjin em bi we re ne û emê ji we re çêkin. Lê bila Kurd dersekê ji tarîxê bigirin. Ev tarîx vê dewrê dîsa dubare dibe. Ez gazî kurdên me dikim ku bi soz û we'dên dijminan nexapin. Dixwazin we bixin serê rimê xwe û armancên xwe pêk bînin. Piştî ku hedefên wan bi cih hatin dê pêlî we bikin û derbas bibin herin. Xwe bispêrin Xwedê, pişta xwe bidin milletê kurd. Pişta xwe bidin birayên xwe yên misilman. Tu carî sîlehê li hemberî birayên xwe yên misilman nekişînin. Eger milletê we hemû li pişt we be û misilman jî baweriyê bi we bînin, ewle bin ku dê alema îslamê jî li pişt we bisekinin. Wê demê ji tiştê ku Emrîka, Rûsya û aliyên din ji we re soz didin zêdetir heq bi destê we bikeve."
Li ser Şoreşa Îlonê û Peymana Cezayirê jî Prof. Dr. Muslîm ev qenaet derbirî:
"Divê kurd dersê ji dijminê misilmanan bigirin û bizanibin ku we'dê wan wisa ne. Mela Mistefa Barzanî, pişta xwe da Şahê Îranê. Ji 10 salan zêdetir li serê Çiyayê Kurdistanê li dijî rejima Seddam û erebên wê derê herb kir. Lê wextê mesleheta Şahê Îranê guherî û bi Seddam re tifaq kir her tişt têk çû. Tifaqa Cezayirê ya 1975an tê zanîn. Şahê Îranê ji Mela Mistefa Barzanî re got eger hûn sîlehên xwe daneynin û şer nesekinînin Îranê terk bikin. Şahê Îranê bi Beesiyan re tifaq kir û 24 seet derbas nebûn şer xelas bû. Barzanî çû Emrîkayê. Ew şoreşa Kurdistana Iraqê ku 10 salan zêdetir dewam kir di cih de feşkilî û nema."
- "Di tu tarîxê de zilmek wek a Sûriyê nehatiye dîtin"
Muslîm di peyama xwe de li ser şerê navxweyî yê Sûriyê jî sekinî û anî ziman ku zilmeke pir mezin li wî welatî tê meşandin.
Alimê kurd der barê zexta rejimê de wiha agahî dan:
"Di tu tarîxê de zilmek wek a Sûriyê nehatiye dîtin. Hikumdarên pir zalim hebûne, welakin kesekî ku eskerên xwe, hemû çekdarên xwe muselletî ser milletê xwe bike nehatiye dîtin. Malan, xestexaneyan, mekteban hemûyan xera dikin. Tu tiştî nahêlin. Heta ava ku xelk vedixwe ji ser wan qut dike. Tu kesî tiştekî wanî nekiriye. Lê divê bibêjim ku emrê zilmên wisa kurt e. Taliya talî dê xelas bibe û înşellah îslam rabe."
Herwiha Muslîm bal kişand ser tarîxa îslamê û wiha dewam kir:
"Di tarîxa îslamê de gelek zilm û kavilkarî rûdan, lê belê zêde dirêj nekirin û ummet rabû ser piyan. Lewra eslê ummetê li ser Quranê çêbûye. Xwedê Quran ji ummetê re şandiye. Alimên îslamê dibêjin, di tarîxê de piştî ku dewlet ava bûne destûra xwe çêkirine. Lê ummeta îslamê, hêj berî ku dewlet, millet û tiştekî din hebe Xwedê emrê 'Bixwîne, bi navê Xwedayê xwe' nazil kir. Yanî Quranê ummet çêkir. Di tu tarîx û ummetê de tiştekî wisa tunebû. Xwedê Qurana Pîroz şand ummet çêkir, teehhuda ku parêzvanê wê kitêbê jî ew e."
- "Ev ummet dê dîsa rabe. Ev ummet tu carî namire"
Muslîm di dawiya gotina xwe de bibîr xist ku rojên ne xweş kurt in dê zilim berdewam nebe û wiha got:
"Ev ummet ummeteke mibarek e. Pêxemberê me gotiye, 'Kes nizane ka destpêka ummetê xêr e yan taliya wê'. Her ku bipaş bikevin, zeîf bimînin û dakevin dê Xwedê teala muceddidekî bişîne û xelkê li dor Quranê kom bike. Ev ummet dê dîsa rabe. Ev ummet tu carî namire. Yanî ummeta rûman, yûnan yên beriya wan gişkî xelas bûn çûn, tiştek ji wan nema. Tenê di tarîxê de navê wan hiltê."
Ji aliyekî din ve jî behsa bêdengiya li hemberî zilmê kir û wiha axivî:
"Tiştê ku li Sûriyê diqewimin biedebkirineke ji aliyê Xwedê ve ye. Lewra 100 sal in misilman ji dîn dûr ketin. Ev 50 sal in li ser zilmê tehemmul kirin. Dengê xwe dernexistin. Lê îro zalim muselletî ser serê wan bû, misilman hê nû bi xwe hesiyan. Lê înşellah dawiya wan nêzîk e û dê umrê wan kurt be. Zalim dê herin û îslam dîsa rabe."