16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
WASHINGTON
Berdevkê hevpeymana navneteweyî ya li dijî DEAŞê li Iraqê hat avakirin Albay John Dorrîan diyar kir ku tu planê wan ya der barê Pêşmergeyên Rojavayê ku li Sûriyeyê bi hev ra bixebitin, tuneye.
Albay Dorrîan der barê operasyonên li dijî DEAŞê yên ku Sûriyeyê û Iraqê tên kirin de agahî da rojnamevanan. Dorrîan li ser pirsa nûçegihanê AAyê "Hûn ê di operasyona Reqayê da Pêşmergeyên Rojavayê jî bi kar bînin an na?" de wiha got:
"Niha di plana me de ew tunene"
Dorrîan xeberdana xwe wiha dewam kir: "Em bi Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê û Koalîsyona Ereban a Sûriyeyê ra dixebitin. Ji bo têkbirina DEAŞê em amade ne bi yên din ra jî bixebitin. Heta ji destê me tê em naxwazin operasyonên xwe ji aktorên din cuda bikin. Li wir koalîsyonek heye. Li ser rewş û rola Tirkiyeyê hevdîtinên me dewam dikin. Em bi Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ra dixebitin û ew jî dixwazin hêza xwe tekûz bikin."
John Dorrîan bal kişand ser hêzên DYAyê yên li Minbicê derdikevin dewriyeyê û got heta niha li dijî leşkerên Amerîkayê êrîş nehatiye kirin.
Dorrîan diyar kir, rejima Sûriyeyê û leşkerên ûris di bin çavdêriya wan da ne û ew kirinên wan dişopînin û wiha dewam kir: "Der heqê hejmara hêzên Sûriyeyê da agahiyeke min a zelal tuneye. Di navbera şirîkên me, Tirkiye û eniyên DEAŞê da hereket dikin."
Dorrîan got ku hêz di çarçoveya mitabaqata ewlehiyê da li ser navendên harekatê ra bi rûsan ra dikevin têkiliyê.
Dorrîan diyar kir, hêzên ewlehiya Iraqê li rojavayê Mûsilê dijî DEAŞê pêş dikeve û got ku li rojavayê Mûsilê di navbera şervanên biyanî yên DEAŞê û yên herêmî da rageşî heye û heta pev jî diçin.
Dorrîan wiha pê da çû:
"Ebûbekir el-Bexdadî raye hinekî zêde dabû şervanên biyanî, lewra dizanibû nikarin ji ciyê ku lê ne herin ciyekê din. Dizane ku biqetin ew ê lê bigerin û bibînin. Ev jî di nav dijmin da dibe sedema ragêşiyê; em jî dixwazin ku ev dewam bike. Lewra bi domandina tiştên wiha va ew ji hêzê dikevin. Em dibînin ku di hin tiştan da bi hev dikevin. Wek mînak, me dît ku hin fermandarên şervan ên biyanî sûc diavêjin ser şervanên ji Iraqê û dibêjin 'êdî naxwazin şer bikin' û wan dikujin."
Rayedarekî parastinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Pêşmergeyên Rojavayê bi destê koalisyonê nehatin perwerdekirin, ji ber vê jî planeke wan ku bi vê hêzê ra bixebitin jî tune. Rayedar wiha got: "Gotina xebatindan an nexebitandina bi hêzeke ku me perwerde nekiriye û nas nakin ra rast nîne û ew ê bibe spekulatîf."