İSTANBUL
Ji serê sibê vir ve li Stenbolê berf dibare û hat ragihandin ku li Çatalca û Hadimkoyê bilindiya berfê gihaşt 20 santîmmetreyî.
Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Midûriya Herêma Yekemîn, di saet 17.00an de li herêmê bilindiya berfê hat pîvandin. Her wiha li Çatalca û Hadimkoyê bilindiya berfê 20, li Arnavûtkoyê 15, li Beylikduzu, Başakşehîr û Esenyûrtê 10 santîmetre ye.
Li Kavacik, Kandîllî û Sariyerê 8, Beykoz, Aydos, Umraniye, Çekmekoy û Zekeriyakoy 5, Bagcilar, Başakşehîr, Sîlîvrî û Maslakê 3, Fatîh, Şîle, Yakacik û Bakirkoyê 2, Kartal û Pendîkê bilindiya berfê 1 santîmetre hat pîvan.