İSLAMABAD
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Li Tirkiyeyê dermanê hemû tiştî demokrasiye. Dermanê hemû tiştî qadeke azad e ku her kes fikr û ramanên xwe bi awayekî azad karibe vebêje."
Davutoglu beşdarî konferansa ku ji aliyê Zanîngeha Refahê ve li Serena Hotêlê hat lidarxistin bû û piştî konferansê pirsên rojnamegeran ên derbarê rojevê de bersivandin.
Pêvajoya Çareseriyê
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku ji bo pêvajoya çareseriyê dibê vîn, niyeteke baş û semîmîyet hebe û wiha dewam kir:
"Her roj em bêjin pêvajoya çareseriyê ev têrê nake. Divê gavên ku hewce dikin bên avêtin. Di adara 2013an de pêvajo dest pê kir û wê çaxê bangewazî hatibû kirin da ku di nav du mehan de dawî li şerê çekdarî bînin. Niha em dibînin ku hin alî daxuyaniyan didin û em serwext dibin ku hê jî ji pêvajoya çareseriyê fêm nekirine û ku pêvajo çiye. Lê divê mijarê de helwesta me diyar e, her tişt eşkere ye. Li Tirkiyeyê dermanê hemû tiştî demokrasiye. Dermanê hemû tiştî qadeke azad e ku her kes fikr û ramanên xwe bi awayekî azad karibe vebêje. Li welatekê ku lê hemû welatî karibin di qadeke azad de fikr û ramanên xwe vebêjin, welatekê ku li demokrasî hebe, hemû kes karibin bi zimanê xwe fikr û ramanên xwe parve bikin gelo pêdivî bi çekan heye? Şert û mercên ku dibin sedema çek teqandinê çi ne gelo?"
Davutoglu wiha dewam kir: "Niha em jî diyar dikin ku pêvajoya çareseriyê gihiştiye astekê krîtîk. Ji bo gavên dê îro bên avêtin, daxuyaniyên dê îro bên belavkirin divê hemû baldar bin. Di mijara pêvajoya çareseriyê de teredutên hikûmeta me tune ne, hikûmeta me paş ve nasekine. Bala xwe bidinê, hemû gavên ku tên avêtin piştî civînên lijneya pêvajoya çarseriyê tên avêtin. Li vir polîtîkayeke ku hikûmet wê bi awayekî eşkere birêve dibe heye. Lê her roj ji aliyên cuda cuda ve daxuyanî tên belavkirin, hin dibêjin KCKyê wiha got HDPyê wiha got. Heke her dem daxuyaniyên bi vî şiklî bên belavkirin em ê ji semiyeta wan şik bikin. Mafê me hemûyan e ku em piştî daxuyaniya di Nevroza 2013an de hat belavkirin, li benda çekdanînê bin. Piştî ku di vê mijarê de gav bên avêtin dê qadeke aram çêbe, aştî çêbe û di qadeke wiha de mirov kare li ser mijarê biaxife, li ser her mijarê nîqaşan bike."
-Besteka Ewlehiyê ya Navxweyî
Davutoglu got ku bi saya Besteka Ewlehiyê ya Navxweyî û Besteka Parastina Azadiyan dê karê welatiyan hêsantir bibe û wiha dewam kir: "Di çarçoveya vê pêşnumayê de mijara Cenderme bi Wezareta Karên Navxweyî re girêbidin heye. Mijara bikaranîna molotofan heye. Heke her sê partî jî li dijî vê bestekê bisekinin, ev tevger dê bi tena serê xwe bibe derseke siyasî. Divê hemû alî li vê dîmenê binêrin û jê îbret bigrin. Em ê bi hev du re li dijî derketina bestekê ya HDP û MHPyê bibînin. Her wiha ew sê rojên tarî li Tirkiyeyê qewimîn. Bûyerên 6 û 7ê kewçêrê...Her wiha divê em ji niha û pêva carinan dîmenên wan bûyeran li meclisê vekin û hemû alî temaşebikin ku bizanibin ka em ji ber çi xebatên di vî warî de dikin. Me çawa biryara derxistina besteka ewlehiyê ya navxweyî da."