Abdullah Tel
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim qebûlkirina pêşnûmaya Qudsê ya di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da nirxand û got: "Ez hêvî dikim ku rêveberiya Amerîkayê demildest dev ji wê biryara xwe ya xelet berde. Biryar ji bo Amerîkayê peyameke eşkere ye."
Serokwezîr Yildirim piştî Civîna Serokên Bajaran a Berfirehkirî ya 120emîn a AK Partiyê derbasî Mizgefta Başyazicioglu bû û nimêja înê kir.
Yildirim piştî nimêj qedand, derket, daxuyanî da rojnamegeran, pêşnûmaya der barê Qudsê ya li NYyê hat erê kirin nirxand û wiha got: "Hêviya min ew e ku rêveberiya Amerîkayê vê biryarê baş binirxîne û dev ji wê biryara xelet berde."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku ji ber biryarê ew gelek kêfxweş bûn û wiha dewam kir: "Tirkiye wê bibe şopînerê vê meseleyê. Derdê me ew e ku em li aliyê xwedîheq cih bigirin. Li aliyê xurt cih girtin di çanda me da di baweriya me da û di nêrîna me da tuneye."
Yildirim ragihand ku ew dengdayîn di heman demê da ji bo Amerîkayê jî peyamek bû û wiha pê da çû: "Ev ji bo Amerîkayê peyameke eşkere ye. Di Lijneya Giştî ya NYyê da carekê dîsa hat tescîlkirin ku kesên hêzdar kesê mafdar nîne, dibê kesên mafdar hêzdar bibin. Nêrîna 'min kir û bû' di nîzama dinyayê da derbas nabe."