Haydar Şahin
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
AGRI
Adem Aşantugrulê pêşbazê ji Agiriyê yê ku di kategoriya ciwanan a kîck boksê da bibû şampiyonê Ewropayê bi roj di înşaetan da dixebite û êvaran jî ji bo Şampiyonaya Ewropayê ya Mezinan xwe amade dike.
Ademê 18 salî yê ku li taxa Mehmet Akîf Ersoyê dijî ji aliyekî ra tevkariyê dide budçeya malbata xwe ji aliyê din ra jî ji bo ku bigihêje mirazê xwe yê şampiyotiya dinyayê li malê û salona sporê antremanan dike.
Adem Aşantugrulê di Şampiyonaya Ciwanan a Ewropayê ya ku li Makedonyayê hat lidarxistin da bibû şampiyon, nika jî dixwaze ku di Şampiyonaya Kîck Boksê ya Mezinan a Ewroapyê da madalyaya zêrîn bistîne.
Adem daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji piçûtiya xwe vir da eleqeyê nîşanî kîck boksê dide û wiha pê da çû:
"Çend hevalên li der û dora min diçûn antremanan. Ji bo ku ji tiştên nebaş dûr bisekinim min jî dest bi sporê kir. Bi roj diçûm îşaetan û êvarê diçûm antrenmanan. Wekî mayîn min tûrek di kêranê tendûrê da kir û li ser xebitîm. Spor merivan ji tiştên nebaş dûr digre. Ji bo vê bira ciwan ji bilî qehwexane û cafeyan werin sporê bikin."
Huseyîn Oflazê antrenorê Adem diyar kir ku ji vir 3 sal berê bi Adem ra nasiya xwe dan hev. Oflaz bi bîr xist ku Adem di şampiyonaya li Makedonyayê da bû şampiyon û wiha pê da çû: "Adem xwe îsbat kir û me ji bo pêşbaziyan ew amade kir. Pêşiyê bavê wî nedixwest vî karî bike. Me bi bavê wî ra xeberda û apê wî navçîtî kir. Lewra Adem havînan bi bavê xwe ra diçû li bajarên din di înşaetan da dixebitî. Ji ber ku di înşaetan da dixebitî bedena wî tamîş dibû. Me jî tiştên teknîkî hînî wî kirin û gelekî bi ser ket.
- "Em ji bo nanê xwe di înşaetan da dixebitin"
Mehmet Aşantugrulê bavê Adem jî got ji bo nanê xwe qezenc bikin di înşaetan da dixebitin û kurê wî jî alîkariyê dide wî.