Abdullah Tel
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Qralê Urdinê 2yemîn Evdila der barê biryara Amerîkayê ku Qudisê wek paytextê Îsraîlê îlan kir da diyar kir got ku ew biryareke bi talûke ye û guherandina nasnameya bajarê Qudsa ji bo misilman û xiristiyanan pîroz e wê bibe sedema piştgirîdayîna terorîzm û radîkalîzmê.
Evdila di Civîna Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) ya ku li Navenda Kongre û Çandê ya Lutfî Kirdar bi mazuvaniya Tirkiyeyê tê kirin da axivî û destnîşan kir ku alema Îslamê bi gelek zehmetî û tehdîdên li ser Qudsê ra rû bi rû maye.
Evdila ji bo Qudsa li ber dilê misilmanan bi qiymet e got ku ew der ji bo xiristiyanan jî pîroz e û wiha pê da çû: "Niha dema meriv li alema ereban û li seranserê dinyayê dinihêre dibîne ku em heyameke nikarin pêşiyê li tundiyê bigirin di meseleya Filistînê da ji encama tu xêr jê derneket da dikarin bibêjin ku bêedaletî derket holê. Ew kesên ji vê rewşa biêş îstifade dikin dikarin tundî û terorîzmê wek heqekî nîşan bidin û li seranserê dinyayê aştî û ewlehiyê tehdîd dikin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Qralê Urdinê got ku di mijara Filistînê da divê li gor rê û rêzikên navneteweyî muamele bên kirin û ragihand ku divê dewleta Filistînê bê avakirin û Qudis jî paytextê wê be.