Önder Beyter
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
ANKARA
Tê pêşbînîkirin ku wê di danezana Civîna Derasayî ya Teşkilata Hevkariya Îslamî da li civaka navneteweyî bangewazî were kirin da ku Qudsa Rojhilat wekî paytextê Filistîna dagirkirî were naskirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên payebilind hat wergirtin, pêşniyaza Serokomar Erdogan a "em bangî hemû dinyayê bikin da ku Qudsa Rojhilat wekî paytextê Filistîna dagirkirî nas bikin" ku di axaftina xwe ya li civînê da anî ziman, wê di danezana civînê da jî reng vede.
Welatên îslamê wê di danezanê da biryarên der barê Qudsa Rojhilat da pesend bikin û herwiha wê ji civaka navneteweyî bixwazin ku bersiveke erênî bidin bangewaziyê.