Önder Beyter
27 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Mayînde yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vassily Nebenzia, biryara Amerîkayê ya dersînorkirina 60 dîplomatên Ûris a piştî krîza sîxur a di navbera Îngiltere û Rûsyayê da wekî "hemleyeke pir bêsiûd û dijminane" tewsîf kir û got ku dîplomat divê di 2yê nîsanê da ji Amerîkayê biçin.
Nebenzia di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku li gorî ew hîn bûn, wê ji Nûnertiya Mayînde ya Rûsyayê li NYyê jî 12 dîplomat werin dersînorkirin.
Nebenzia der barê biryarê da woha got, "Hemleyeke pir bêsiûd û dijminane ye. Dîplomatên me mecbûr in ku di 2yê nîsanê da ji vir biçin."
Ji berdevkên Sekreterê Giştî yê NYyê Farhan Haq jî diyar kir ku Amerîkayê agahî da wan ku di çarçoveya madeya 13 (b) ya Peymana Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da ket tevgerê û herwisa Haq got ku ji ber hesasiyeta mijarê ew ê şîroveya xwe neyne ziman.
Di peymanê da wiha tê gotin, "Şexsekî ku li Amerîkayê ji xeynî peywira xwe ya fermî fealiyeteke din bike û van îmtiyazan sûîstimal bike, wê ji qanûn û rêziknameyên Amerîkayê mûaf nebe."
Li gorî peymanê dîplomatên ku li Nûnertiyên Mayînde yên NYyê dişixulin, piştî îstişareya bi welatê têkildar û Sekreterê Giştî yê NYyê ra, bi pesendkirina Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê va dikarin werin dersînorkirin.
Jji aliyekî din va jî Nûnera Mayînde ya Amerîkayê li NYyê Nikki Haleyê wiha gotibû, "Rûsya di nava sînorê me da Neteweyên Yekbûyî ji bo fealiyetên xeternak wekî baregeheke ewle diemilîne. Îro Amerîka û gelek mitefiqên wê peyameke pir eşkere dan ku ew ê li hemberî çalakiyên Rûsyayê xwe ker nekin."
Rêveberiya Amerîkayê ji ber ku Rûsya wekî berpirsê jehrîkrina sîxurê berê yê Ûris Sergey Skripal û keça wî tê qebûlkirin, biryar dabû ku 60 dîplomatên Ûris ku 48 jê li Washingtonê, 12 jê jî li Nûnertiya Mayînde ya Rûsyayê li NYyê peywirdar in, dersînor bike. Herwiha Amerîkayê biryar dabû ku konsolosxaneya Rûsyayê li Seattleê jî bigire.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hatibû ragihandin ku 7 roj wext hat dayîn da ku dîplmatên ku der heqê wan da biryara dersînorkirinê hatiye dayîn, ji Amerîkayê biçin.
Sîxurê berê yê Ûris Sergey Skripal ku li Îngiltereyê bi cih bûbû, tevî keça xwe di 4ê adarê da bi xaza kîmyayî hatibûn jehrîkirin. Li ser vê, di serî da Îngiltere gelek welatî, Rûsya wekî berpirsê bûyerê qebûl kiribû.