Abdullah Tel
21 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo der barê biryara Amerîkayê ya ji Sûriyeyê vekişînê da got ku haya wî ji wê biryarê hebû.
Pompeo piştî biryara Amerîkayê ya ji Sûriyeyê vekişînê daxuyanî da Fox News a kanala têlevizyonê ya Amerîkayê û mesele nirxand.
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo destnîşan kir ku berî biryar dayînê Serokê Amerîkayê Donald Trump û hin rayedarên payebilind ên Amerîkayî hûr û kûr li ser meseleyê sekinîn, şêwirîn û di dawiyê da ev biryar hat dayîn.
Pompeo pirsa ku "Gelo haya we ji vekişînê hebû yan na?" bersivand û got ku ew ji hay hebûnê zêdetir tiştan zane û ew bi xwe jî di nav civînên şêwrê yên bi Serok Trump û rayedarên payebilind ra hat kirin da jî cih girt.
Li ser daxuyaniya ku Donald Trump dabû Pompeo jî got ku sedema sereke ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê, têkbirina DEAŞê bû û piştî serfiraziya hatiye bidestxistin jî êdî ji herêmê dema vekişînê hatiye.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe da Pompeo got: "Bermayiyên DEAŞê li cihên din ên dinyayê fealiyetên xwe didomînin. Amerîka têkoşîna xwe ya li hemberî terorê wê bidomîne, dixwazî bila Sûriye be û dixwazî dereke din têkoşîna li dijî DEAŞê wê dewam bike. Biryara vekişîna ji Sûriyeyê serfiraziya mezin a ku vê rêveberiyê li Rojhilata Navîn dijî terorê bi dest xistiye, kêm nake."
Di çapemeniya Amerîkayê da gelek îdia hatibûn parvekirin û dihat gotin ku Trump biryara vekişînê bi tena serê xwe daye û mijara vekişîna ji Sûriyeyê ji tu rayedarekî pirs nekiriye.
Li Sûriyeyê bi qasî 2 hezar eskerên Amerîkayê hene û li gor îdiayên nûçeyên çapemeniya Amerîkayê jî wê Artêşa Amerîkayê hemû eskerên xwe yên li Sûriyeyê di navbera 60 û 100 rojî da vekişîne.