ANKARA
Dadgeha Destûrê der barê parlementerê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, parlementerên BDPê yên Şirnaxê Selma Irmak û Faysal Sariyildizê ku di doza KCKê de girtî dihatin darizandin biryar da ku mafên wan hatiye binpêkirin. Ew biryar di rojnameya fermî de jî hat weşandin.
Dadgeha Destûrê serîlêdana Irmak, Sariyildiz û Aktaş nirxand û biryar da ku mafê wan hatiye binpêkirin û ji bilî vê jî dadgehê biryareke din jî da ku ji bo her yekî ji wan dê 5 hezar lîre jî tezmînat bê dayîn.