Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Temyîzê biryara pesendkirina cezayê ku Daîreya Cezayê ya 9emîn ya Dadgeha Temyîzê dabû Tûncelê şandibû 10emîn Dadgeha Cezayê ya Giran ya Stenbolê.
Parêzerê Tûncelê Ercan Kanar xwest ku der barê daraznameya Daîreya Cezayê ya 9emîn a Dadgeha Temyîzê de "biryar bê serastkirin".
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Temyîzê jî ev daxwaz wek "itiraz" qebûl kir.
Daîreyê li ser vê daxwazê lêkolîn kir û biryar da ku ji bo itirazkirinê hinceteke hiqûqî û madî tuneye.
Nivîsa Serdozgeriyê ji 10emîn Dadgeha Cezayê ya Giran a Stenbolê re hat şandin.
Piştî ku 10emîn Dadgeha Cezayê ya Giran a Stenbolê biryarê ji Serokatiya TBMMê re bişîne, biryar dê Lijneya Giştî ya TBMMê de bê xwendin. Piştî ku biryara mehkûmiyetê di Lijneya Giştî de bê xwendin, parlementeriya Tûncelê diqede.