Nihat Kavşut
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Li Îngilistanê Dadgeha Destûra Bingehîn bi yekdengî der barê biryara Borîs Johnsonê Serokwezîrê Îngilistanê ya tetîlkirina parlamentoyê da biryar hilda ku ev biryar dijî qanûnê ye.
Dadgeha Destûra Bingehîn bi yekdengî der barê biryara Borîs Johnsonê Serokwezîrê Îngilistanê da ku biryar dabû 9ê Îlonê-14ê Cotmehê parlamentoyê tetîl bike biryar hilda ku ev dijî qanûnê ye.
Di biryarê da hat destnîşankirin ji bona parlamento 5 hefte bê tetîlkirin hincet ji dadgehê ra nehatine pêşkêşkirin û loma jî ev ev biryar dijî qanûnê ye.