Abdullah Tel
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li New Yorkê hatin bal hev.
Li gorî daxuyaniya ji Serokomariya Îranê hat dayîn Rûhanî û Macronê ku di çarçoveya civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da li New Yorkê ne hatin bal hev.
Wan li ser geşedanên hesas ên herêmî, têkiliyên dualî û plana "Hewla Aştiya Hurmuzê" ku Îranê ji bo Kendava Besrayê amade kiriye, sekinîn.
Rûhanî bal kişand ser peymana nukleerê ya ku Amerîka jê vekişî û ji bo parastina peymana navneteweyî berpirsyariya welatên endam anî rojevê.
Serokomarê Îranê Rûhanî tevgera Fransa, Îngiltere û Almanyayê ku Îranê wek berpirsê êrîşa li ser Aramcoyê dibînin di cih da nedît, tevger "bêbingeh" hesiband û bertek nîşan da.
Ji hêla din va Serokomarê Fransayê Macron jî ji Rûhanî ra got ku ew bi erênî li wê plana ku Îranê ji bo ewlehiya herêmê amade kiriye, mêze dikin.
Macron ji bo sepandina peymana nukleerê qala hewlên Fransayê kir û ragihand ku di hevkariya bi Ewropayê ra pêdivî bi Rûsya û Çînê heye.