Sevim Hatun
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
NEW YORK
Piştî ku biryara rakirina bernameya zarokên koçberan ên ku malbatên wan ew bi rêyên dereqanûnî anîne DYAyê derket, di serî de li Washington û New Yorkê li herêmên cuda çalakî hatin lidarxistin. Li paytextê li pêşiya Qesra Spî, New York, Lanham û Denverê protesto hatin kirin û bernameya DACAyê hat parastin. Tê gotin ku wê bername di nav 6 mehan de were rakirin.
Bernameya "Çalakiya ji bo Zarokên Wextê Zarokbûne Hatine" (DACA) zarokên koçberan diparêze.
Bi qasî 42 hezarî penaberên ku ji vê bernameyê sûd werdigirtin li New Yorkê daketin kolanan. Protestoya ewil li rex kuçeya Trump Towerê hat kirin.
Polêsê New Yorkê 34 çalakvanên ku li kolanê rûniştin û rê ji çûnûhatinê re girtin bi hinceta "pergala civakê xirab kirine" binçav kirin.
Ji çalakvanan Steven Sanchezê (26) li Kolombiyayê jidayik bûye ji nûçegihanê AAyê re got ku ew ji bo perwerdeyê hatiye Amerîkayê; heke ev bername were rakirin wê ew, malbata wî û hevalên wî bikevin tengasiyê, ew ji ber vê yekê beşdarî çalakiyan bûye.