Serokwezîr Yildirim "Dema hilbijartinên Almanyayê nêzîk bûye. Ne hewce ye li ser hilbijartinê şîroveyeke zêde bê kirin. Ji ber ku ji aqil wêdetir nuha hest li pêş in."
Ahmet Aydın
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2018
Tandoğan
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê îdiayên ku wê digel Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence hevdîtinê bike got: "Heval di asta teknîkî de bi beramberî dixebitin. Kengî bernameya me herduyan li hev were wê çaxê wê çêbe."
Yildirim di resepsiyona ku li TBMMê bi boneya vekirina sala nû ya edlî hat dayîn de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Yildirim derbarê îdiayên ku wê digel Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence hevdîtinê bike got: "Heval di asta teknîkî de bi beramberî dixebitin. Kengî bernameya me herduyan li hev were wê çaxê wê çêbe."
- "Divê referandûm neyê encamdan"
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo nirxandina derbarê referandûma Bakurê Iraqê ya Serokê Giştiyê MHPê got, "Digel Rêzdar Bahçelî em diaxivin. Ne lazime ku di nava cumle alemê de behsa van mijaran bê kirin. Ji xwe di navbera me da cudahiya ramanê jî tune ye. Me hertimî got ku ew referandûma ku Rêveberiya Bakurê Iraqê dixwaze bike wê bibe sedema şaşiyeke gelekî metirsîdar. Em nuha jî li seer wê fikra xwe ne. Divê ev referandûm neyê encamdan. Heger bê encamdan, ji xwe li herêmê pirsgirêk gelek in, wê ev tişt pirsgirêkeke nû çêbike û tu fêda wê ne ji herêmê re ne jî ji dewletên herêmê re tune."
- "Divê bi ti hawî siberoja cihanê ji hinek tevgerên ne di rê de re neyê hiştin"
Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê pêşhatên li Koreya Bakur wiha axivî: "Cihan çendî bi fikar be, Tirkiye jî hewqas bi fikar e. Divê bi ti hawî siberoja cihanê ji hinek tevgerên ne di rê de re neyê hiştin. Ji ber vê yekê pêdivê di serî de Neteweyên Yekbûyî û herwiha hemî civaka nêvdewletî him di mijara Koreya Bakur û him jî di mjara Arakanê de berpirsyariyê bigirin sitûyê xwe û li hember hemî sûcên mirovî hessastir bin û bertekeke tûj nîşan bidin."
- "Ji aqil wêdetir hest li pêş in"
Serokwezîr Yildirim derbarê pêşhatên li Almanyayê de got, "Dema hilbijartinên Almanyayê nêzîk bûye. Ne hewce ye li ser hilbijartinê şîroveyeke zêde bê kirin. Ji ber ku ji aqil wêdetir nuha hest li pêş in. Çi bê gotin tiştekî erînî naxe ser peywendiyên Almanya û Tirkiyeyê û herwiha zirarê dide têkiliyên dostane yên di navbera herdu civakan de."