Ahmet Aydın
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Wezareta Karê Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, biryara referandûmê ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê ku endamên wê yên kurd dabûn, weke "metirsîdar û provakatîf" wesifand.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî got, "Biryara referandûmê ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê ku endamên wê yên kurd weke yek alî dabûn, metirsîdar û provakatîf e."
Qasimî li Navenda Ragihandinê ya Wezareta Karê Derve daxuyaniyek belav kir û got, "Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek dewletan bi eşkere îfade kiribûn ku biryara referandûmê ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê, nayê qebûlkirin. Ev biryar gaveke metirsîdar û provakatîf e."
Berdevk Qasimî wiha axivî:
"Pêdivê hemî alî pabendê destûra Iraqê bin û pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Ev rê ji bo gelê Iraqî baştiriîn rê ye. Gaveke wiha ku hat avêtin, li herêmê û digel welatên cîran wê bibe sedema qeyranên nû. Ev tişt nayê qebûlkirin."
Meclisa Parêzgeha Kerkûkê duh di rûniştinekê de ku tirkmen û ereban boykot kir, biryara beşdarbûna referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dabû.