Ahmet Aydın
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
ANKARA
Li Myanmarê sivîlên ku ji ber operasyonên artêşê yên li dijî eyaleta Arakanê direvin, ew karesatên ku di jiyane li ser medyaya civakî belavkirin.
Di dîmena ku îro hatiye girtin û Arakan Timesê li ser medayaya civakî belavkir de, misilmanekî Arakanî tiştê ku di dema êrîşa artêşê de jiyane dibêje.
Misilmanê Arakanî dibêje, "Birayê min, jina min, 3 zarokê min û biraziyekî min, dayika min û xwîşkeke min birin peravê û kuştin. Ez çûbûm ku eşayayan bînim. Xwedê ez rizgar kirim ya na ez jî mirbûm."
Misilmanê Arakanî anî ziman ku ji malbata wî tenê ew maye û got, "Ji Dûr ve min dît ku benzînê bi malbata min dadikin û agir bera wan didin. Gelek kes ji gundên me birin. Anuha hûn dikarin dengê helîkopteran biibhîzin."
Di dîmeneke din de ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin xuya dike, dema ku ji kurekî dipirsin çi bi serê we hat, tîne ziman ku dîtiye dema ku kesên ji devera Tolatoliya Arakanê tên, ji aliyê artêşê û bûdîstan ve têne kuştin û wiha dibêje: "Ez çûbûm ku li çêlekên xwe bigerim. 20 kesên din digel min bûn. Ez hatime vêderê ku we agahdar bikim. Min kuştina gelek kesan bi çavê xwe dît."
- Gelek ji wan malbatên ku reviyan di avê de fetisîn
Cesedê zarokekî 2-3 salî yê malbateke ku ji êrîşa artêşê direviyan û dixwestin ji çem derbas bin, wenda bûbû, li qeraxa çem hat dîtin.
Dîmenên wî zarokî yê ku li ser medyaya civakî belav bûn, halê reva ji mirinê ya Arakaniyan xiste berçavan.
Di vîdeoyekê belavkirî de xuya dike ku komek misilmanên Arakanî piraniya wan zarok yên ku ji êrîşan direvin, bi komî dueyan dikin û rondikan dibarînin.