Haydar Şahin
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokê Daîreya Xeber û Sporê ya TRTê yê berê û Kordînatorê Kanala Xeberan a TRTê yê berê Alî Ahmet Boken di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da hat darizandin û bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 9 sal û 9 meh cezayê hepsê xwar.
Bukenê bersûcê girtî, parêzerê wî parêzerê TRTya midaxil beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 18an a Enqereyê bûn.
Necatî Kayakozuyê dozgerê komarê fikra xwe ya ku di rûniştina beriya wê da dabû dubare kir got dixwaze ku ji ber "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" ji 7 sal û 6 mehan hetanî 15 salan ceza bidin bersûc.
Boken di parastina xwe da got ku li ber bi milyonankesî meslekê xwe îcra kiriye û sûc nekiriye. Boken destnîşan kir ku ByLock bi kar neaniye, bernameya KakaoTlkê bi kar aniye lêbelê ev jî ne ji bo xebatên rêxistinê bi kar aniye.
Parêzerê bersûc jî xwest ku miwekîlê wî were berdan.
Boken herî dawî got, "Xêncî xizmeta welêt tu tiştek nekiriye".
Dadgehê ji ber "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 9 sal û 9 meh cezayê hepsê da Boken û got bira girtîbûna wî dewam bike.
Dozger Kayakozu di nêrîna xwe ya ji bo esasê da got ku Boken di sala 1994an da di rojnameya Zamanê ya rêxistina terorî da dest bi nûçegihanê kiriye, di Samanyolu Habera rêxistina terorî da midûriya weşana xeberan kiriye û di sala 2009an da derbasî TRTê bûye û di saziyê da bi lez payeya wî bilind bûye û paşê jî Alîkariya Serokê Daîreya Xeber û Sporê ya TRTê û Kordînatoriya Kanala Xeberan kiriye.