Türkan Tosun
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
CENEVRE
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres daxuyand ku li Yêmenê qeyraneke mirovî ya herî mezin a cîhanê heye û bangî civaka navneteweyî kir ku 13 milyon kesên li welêt hewcedarî alîkariyê ne û divê 3 milyon dolar alîkariya mirovî bê dayîn.
Konferansa Alîkariyê ya ku bi teşebusa NY, Swîsre û Swêdê ji bo qeyrana mirovî ya li Yêmenê hat kirin di Ofîsa Cenevreyê ya NYyê de dest pê kir.
- Qeyrana mirovî ya herî mezin li Yêmenê ye
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres di destpêka Konferansa Alîkariyê de axivî û wiha got: "Qeyrana mirovî ya herî mezin li Yêmenê ye. Pevçûn ketin sala xwe ya çaremîn, 22 milyon kesên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye ji çar paran teqabûlê sê parên nifûsê dikin û divê bên parastin."
Guterres got li Yêmenê hewcedariya 18 milyon kesan bi xurek heye ku ji van 8,4 milyon kes nizane ka danê din ewê çi bixwin, bi milyonan kes ava paqij nabînin, milyonek kes jî ji ber nexweşiya xolorê û hundirçûyînê dimrin.
Guterres anî ziman li Yêmenê di her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimre, 2 hezar û 500 dibistan hatine xirabkirin û bangî civaka navneteweyî kir ku ji 13 milyon kesên li welêt 2,96 milyon dolar alîkariya mirovî ya ku hewce dike, divê bê kirin.
Sekreter Guterres bang kir ku pevçûnên li welêt dawî bibin.
Wezîrê Darayiyê û Alîkarê Serokê Konfederasyona Swîsreyê Uelî Maurer jî got li Yêmenê rewş ne baş e û divê bombebarandina esmanî dawî bibin.
Maurer got wek Swîsre ewê 13,9 milyon dolar alîkariyê bidin Yêmenê û divê piştgiriya gelê Yêmenê bê kirin.
Alîkara Serokwezîrê Swêdê û Wezîra Av û Hewayê Isabella Lovîê jî got felaketa li Yêmenê bi destê mirovan çêdibe û tekane rêya çareseriyê aştî ye.