Rafîneriya neftê ya li Tel Abyada girêdayî Reqaya bajarê Sûriyeyê ya aidê DÎŞIya rêxistina terorê di encama êrîşa ji hewayê ya hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de ew qas zirar dît ku êdî nikarin rafîneriyê bi kar bînin.
Rafînerî bi qasî 100 metro dûrî xeta sînor a navçeya Akçakaleyê ye. Rafîneriyê di bomberana şeva din de gelekî zirar dît. Hat dîtin ku piştî êrîşê avahiyeke nêzî rafîneriyê hilweşiya û hin wesayît jî şewitîn.
Hat dîtin ku hin sûriyeyî berê sibê li herêma ku bûyer wir qewimî, kom bûn.
Duh bi şev balafirên hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de kozikên DÎŞIyê yên li Tel Abyada navçeya girêdayî Reqaya bajarê Sûriyeyê bombebaran kiribûn. Dengê teqînê ji navçeya Akçakaleya li sînorê Sûriyeyê jî hatibû bihîstin.